Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin 2023-05-11 15:36:24   MANÎSA - Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê parêzer Îsmaîl Terût got ku li seranserî bajar hewcehî bi muşahidan heye û bang li gel kir ku bibin muşahid.    Partiya Çepên Kesk hemû bala xwe ya ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê da ser ewlehiya hilbijartin û sindoqan. Yek ji bajarên ku ewlehiya hilbijartinê lê girîng jî Manîsa ye. Li bajar dê 3 hezar û 573 sindoq bên danîn û bi giştî milyonek û 106 hezar û 161 hilbijêr dengê xwe bidin. Li bajar 10 parlamenter tên hilbijartin û Partiya Çepên Kesk jî hewl dide parlamenterekî derxîne. Heta niha hezara kesan ji bo bibin muşahid û 165 kesan jî ji bo li dibistanan bibin berpirsyar serî li Partiya Çepên Kesk daye. Partiya Çepên Kesk ji bo xwedîderketina li sindoqan, bang li gel kir.    Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê parêzer Îsmaîl Terût  got ku hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in û ev tişt anî ziman: “Dê sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi van hilbijartinan bê diyarkirin. Lewma divê hemû kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkeve. Ewlehiya hilbijartinê girîng e. Gel pirsa; ‘gelo dê kî xwedî li dengên me derkeve? Dê dengên me bên dizîn?’ dikin. Pergala berê niha tune ye. Tu kes nikare tûrika bibe û bidize. Îradeya gel tenê dikare li ser maseyê were tunekirin. Lewma berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê muşahidan, berpirsyarên dibistanan û parêzeran. Divê ji hejmartina dengan heta girtekên bi îmzeya şil, tevahiya pêvajoyan baş were şopandin. Heke em pêvajoya şopandinê neşopînin, dê tiştên li dijî me çêbibin. Piştî hejmartina dengan, divê heta lijneya hilbijartinê ya bajar bên şopandin.”    'BANGA ME JI BO GEL EW E KU BÊN BIBIN PEYWIRDAR’    Terût, axaftina xwe wiha qedand: “Li seranserî Manîsayê pêdiviya me bi muşahidan heye. Li navçeyên navendî hilbijêrên me hinek belav ne. Li tevahiya bajar hilbijêrên me hene lewma di mijara peywirdarên sindoqan de kêmaniyên me hene. Banga min ji bo tevahiya welatiyên me ew e ku ji bo li ser sindoqan bibin peywirdar, serî li bûroyên me yên îrtîbatê yên hilbijartinê bidin. Ev yek pir girîng e û pêdiviya me bi her kesî heye.”