Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan 2023-05-14 15:43:43 ENQERE - Nûnerê YSK'ê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, daxuyand ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan û got ku wan gilî kiriye.    Nûnerê YSK'ê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Ruştu Tirkyakî, têkildarş nelirêtiyên ku li Dîlok û Rihayê hatine kirin, li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da.    BANG LI DENGDÊRAN KIR   Tiryakî di daxuyaniyê de wiha got: "Partiya Vatanê li Dîlokê 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan. Haya piraniya van kesan ji vê tune bûye." Tiryakî destnîşan kir ku ev yek dibe ku rasterst bandorê li encama hilbijartinên li bajêr bike û got: "Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, diyar kirin ku ger ev kes bên dê belgeya 142'yan bidin wan. Ger ev kesên ku Partiya Vatanê bêyî ku haya wan jê hebe ew kirine peywirdar bên rêxistina me ya bajêr an jî rêxistinên me yên navçeyan, em ê wan bibin lijneyên hilbijartinê. Piştî ku belgeyên xwe wergirtin, dikarin li sindoqên lê wezîfedarkirî dengên xwe bidin."    Her wiha Tiryakî da zanîn ku wan giliyê Partiya Vatanê kiriye.    LI RIHAYÊ BIKARANÎNA DENGÊN EŞKERE DIDOME   Tiryakî destnîşan kir ku li Rihayê bikaranîna dengên eşkere didome û got: "Dîmen hene ku bi sedan kes bi awayekî eşkere dengên xwe didin Erdogan. Em bang li peywirdarên cemaweriyê, yekeyên ewlehiyê û waliyan dikin ku peywira xwe bi cî bînin. Ne hewce ye ku peywirdarên ewlehiyê bên qada sindoqan. Em dikarin sindoqan biparêzin. Partiyên muxalefetê dikarin vê yekê bikin. Pirsgirêk ev e; nahêlin mmuşahid û endamên lijneya sindoqê yên partiyên muxalefetê nêzî sindoqan bibin. Ya ku em ji yekeyên ewlehiyê û Walîtiya Rihayê dixwazin ew e ku endamên lineya sindoqan û muşahidê bi serbestî xwe bigihînin sindoqan. Ger vê nekin, di warê hiqûqî de çi hewce be em ê bikin."