AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike! 2023-05-14 22:28:02     NAVENDA NÛÇEYAN - AKP li dijî hemû sindoqên ku namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazê dike.    AKP’ê mîna hemû hilbijartinan, di Hilbijartinên Giştî yên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê de jî li ser Ajansa Anadoluyê (AA) manîpulasyonê dike. Li gel manîpulasyonê, her wiha bi îtîrazên li dijî sindoqan re hewl dide encaman berevajî bike.    LI DIJÎ HEMÛ SINDOQAN ÎTÎRAZAN DIKIN   AKP, li dijî hemû sindoqên ku namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû pêş e, bi rêya endamên lijneya sindoqan îtîrazê dike. Ji ber îtîrazan, bi hezaran sindoq ji nû ve tên hejmartin.    Encamên sindoqên ku AKP li pêşe jî li ser AA’yê tên parvekirin û Erdogan weke ku li pêş be tê nîşandan.    Li navçeya navendî ya Rîzeyê jî hêj dengdayîn xelas nebûbû ku AKP’ê îtîraz kir.    DAXWAZNAMEYÊN JI YEK DESTÎ   Balkêş e ku AKP’ê ji bo hemû sindoqên ku îtîraz kiriye heman daxwazname daye. Tevahiya daxwaznameyan wiha ye: “AKP’ê daxwaznameya îtîrazê pêşkeş kir û di daxwaznameya xwe de ev îdia kir: “Hinek zerf û pusulayên dengan ên diviya bihatina qebûlkirin nehatin qebûlkirin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn ji bo Tifaqa Cumhur hatine nivîsandin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn li ser navê CHP’ê hatine nivîsandin, dengên hatine betalkirin ji bo CHP’ê hatine hesibandin, dengên ji bo Erdogan hatine betalkirin û dengên li cetvela hejmartinê hatine nivîsandin jî xelet in.”