YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin 2023-05-15 10:34:24   ENQERE - Serokê YSK'ê Ahmet Yener, daxuyand ku li gor sindoqên hatine vekirin di hilbijartinên serokkomariyê de rêjeya dengên Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40 û ya Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 44,96 e.    Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, daneyên dawî yên hilbijartinên serokkomariyê yên 14'ê Gulanê eşkere kirin. Yener, daxuyand ku saet ji 09.45'an ve li welêt 192 hezar û 187 (ji sedî 99) sindoq hatine vekirin û 8 hezar û 65 sindoqên li derveyî welêt hatine vekirin û hê hezar û 529 sindoq nehatine vekirin.    Yener daxuyand ku li gor sindoqên hatine vekirin (saet ji 09.45'an ve) rêjeya dengên namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, rêjeya dengên namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,96 û rêjeya dengên namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 5,2 ye.