Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin 2023-05-16 14:42:14 ERZIROM - Li ser îtîraza hevpar a AKP, MHP û Partiya Îyî, hewl dan hene ku parlamenteriya Meral Daniş Beştaş bê xespkirin. Beştaş, got ku dê serî li ber kompasan netewînin û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku wekîltiya me were xespkirin.”    Hilbijartinên dîrokî yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin kirin û îtîrazên partiyên siyasî yên li bajaran didomin. AKP, MHP û Partiya Îyî bi awayekî hevpar li dijî encamên hilbijartinê yên li Erziromê îtîraz kirin. Li gel ku li bajar tu bêusulî nehatine kirin jî her sê partiyan îtîraz kirin. Partiyên navborî hewl didin parlamenteriya Parlamentera Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş xesb bikin. Beştaş, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me were xespkirin.”    ‘HEWL DIDIN PARLAMENTERIYA ME BIDIZIN’   Beştaş, wiha got: “Partiya Îyî, MHP û AKP hewl didin li Erziromê parlamenteriya me bidizin. Hewl didin xefikan deynin. Hema hema li hemû navçeyan îtîraz kriine lê bingeheke qanûnî ya van îtîrazan nîne. Tekane tişta li ser lihev kirine ew e ku nehêlin Partiya Çepên Kesk li Erziromê parlamenter derxîne. Em vê pêvajoyê jinêz ve dişopînin. Tevî parêzerên xwe li qadê ne. Hemû xebatkar û parêzerên Partiya Çepên Kesk li qadê dixebitin. Banga me li her kesî ew e ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin. Em ê heta dawiyê pêvajoya îtîrazê bişopînin. Em wekîla xelkê Erziromê ne û dê mazbatayê bigirin. Hinek kesên ji partiya me aciz, red dikin, dibêjin ev der Erzirome û divê parlamenterên Partiya Çepên Kesk tune bin. Bûn yek û dixwazin xesp bikin. Heke nelirêtiyek hebe, ev jî li dijî partiya me hatiye kirin. Em dibînin ku li gelek navenda dengên partiya me ji bo partiyên din hatine nivîsandin. Banga me li her kesî ew e ku li her qadê xwedî li Erziromê derkevin. Em bi hev re bi ser ketin û dê bi hev re bigihînin encamê.”     MA / Bêrîvan Kutlu