Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî 2023-05-19 10:05:52 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku hikûmeta ku 21 sal in vî welatî bi rê ve dibe dixwaze bi dijmintiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolîde bike û wiha got: “Ji bo Kurdistanê azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e.”   Di 14’ê gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartinek dîrokî hat kirin û di encama vê hilbijartinê de ji ber ku namzetên serokkomariyê ji sedî 50 zêdetir deng negirtin, hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma. Dê hilbijartina tûra duyemîn di 28’ê Gulanê de bê kirin. Ji niha pê ve hemû partiyên siyasî û tifaqên hatine avakirin, siyaseta xwe li ser vê yekê ava dikin û helwesta xwe ya hilbijartinê diyar dikin. Partiya Çepên Kesk jî ji roja yekemîn a avabûna xwe ve heta niha bi helwesteke zelal siyaseta xwe nîşan dide. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Berdan Ozturk têkildarî hilbijartinê û gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû axivî û rojeva heyî nirxand.   ‘LI KURDISTANÊ DERBEYEK MEZIN XWARIN’   Ozturk destnîşan kir ku ev hikûmeta ku 21 sal in vî welatî bi rê ve dibe, dixwaze bi dijmintiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolide bike. Ozturk diyar kir ku heke behsa demokrasiyê bê kirin, hewceye yê herî dawî behsa vê peyvê bike Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye û wiha got: “Ev yek di encamên hilbijartinê de jî hatin dîtin. Pêşiya hilbijartinê ji walî bigire heta qeymeqam û fermandarên qereqolan jî ne weke xebatkarên dewletê, weke yên desthilat û hevkarê wê yê biçûk tevgeriyan. Lê, li Kurdistanê derbek mezin xwarin. Heke hilbijartin ji bo tûra duyemîn mabe, helbet rola kurdan di vir de heye. Hem gelê kurd û hem jî tifaqên gelê kurd çêkirin, çareke din girîngiya rêya sêyemîn nîşan da. Em beriya her tiştî aştiyek birûmet dixwazin. Em di Tirkiyeyê de jiyanek demokratîk, wekhev û azad dixwazin. Tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê.”   ‘HEMÛ XERABÎ GIRÊDAYÎ SOYLÛ YE’    Ozturk bal kişand ser gotin û daxuyaniyên Suleyman Soylû ku civakê sor dikin û wiha domand: “Qalkirina demokrasiyê ya ji hêla feraseta ji bo hilbijartinê got ‘darbe’ bêrûtî ye. Divê kesê herî dawî behsa demokrasiyê bike wezîrê karê hindir be. Em helwesta kesek weke Soylû ku bi navê wezîrê karên sûc tê pênasekirin ji bo wijdana gelên Tirkiyeyê dihêlin. Hewceye ev tişt jî bê dîtin ku propagandaya wan ya ji bo hilbijartinê jî li ser dijminatiya kurdan e. Operasyonên qirkirina siyasî, dijmintiya kurd û Kurdistanê dikin. Daxwazên kurdan diyar in. Em dixwazin bi hev re jiyanê ava bikin. Bila êdî tu kes niyet û samîmiyeta kurdan nepirse û bi vê yekê sûcên xwe neveşêr e. Ji niha pê ve ew nikarin van sûcên xwe veşêrin. Ev kes darbekar, faşîst û dijminên kurdan in. Îro nebûna aboriyê, demokrasiyê, edalet û hiqûqê bi kirinên Wezîrê Karên Navxweyî Soylû ve girêdayî ye.”    ‘SOYLÛ MIROVEKÎ NE MICID E’    Ozturk diyar kir ku ne hewceye ku ew gotinên Wezîrê Karên Nafxweyî micid bigire û ne mirovek wisa ye ku micid bê girtin. Ozturk girîngiya siyasetê bi bîr xist û got: “Em hemû siyasetê dizanin, siyaset li ser hêman û rêgezan tê kirin. Di kîjan rewşê de be bila bibe heke hûn li gor wan hêmanan siyaseta xwe bimeşînin hûnê bigîhijin serkeftinê. Em vî wezîrî beriya bibe wezîr nas dikin. Li dijî Erdogan peyvên çawa bi kar aniye me dîtiye. Em bi dehan sal in di nava tekoşînê de ne û bi hezaran hevalên me di zindanan de ye, lê me tu carî heqaret li tu kesî nekiriye. Rexne tên kirin lê heqaret tiştek cuda ye. Kesek di der heqê yekî de gotin ewqas xerab bibêje û biçe destê wî maçî bike, bêrêgeziyê nîşan dide.”   ‘EM JI BO DESTPÊKEKE NÛ AMADE NE’   Ozturk, da zanîn ku sekn û helwesta wan diyar e û gava ew encamên hilbijartinê dinêrin dibînin ku gelê kurd peyamek girîng da hemû Tirkiyeyê. Ozturk bi lêv kir ku rêya wan ya sêyemîn heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi bername, rêzikname û tifaqên xwe Partiya Çepên Kesk ji bo rêya sêyemîn tekoşîn dike. Hem ji bo tevahî Tirkiyeyê tifaqeke me heye ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ û hem jî li Kurdistanê ji bo azadiyê û demokrasiyê tifaqa me heye. Di hilbijartinan de li Kurdistanê di encaman de jî diyar dibe ku Erdogan û AKP xelas bûye. Gelê kurd peyamekî ji vir dide gelên Tirkiyeyê. Peyama ‘Em jidil in, em dirust in, me bedel daye û didin jî lê bi çareserkirina pirsgirêka kurd aştiyeke birûmet pêwîst e’ hat dayîn. Meseleya demokrasiyê, aboriyê jî bi meseleya kurdan ve girêdayî ye. Em li cihê xwe ji bo destpêkeke nû amade ne. Em rijandina xwînê naxwazin, em nêzîkatiyên şovenîst qebûl nakin. Yên li ser dijminetiya kurdan rantê dikin, me dersa herî mezin jî da wan. Em hê jî li vir in û em ê bi hev re jiyanekê ava bikin. Ne li ser înkar, asîmîlasyon û dijmintiya kurdan. Ji bo Kurdistan azadî, ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e. Gelê me dîsa ji Kurdistanê peyama Tirkiyekî ji bo her kes bikare xwe tê de îfade bike, xwe weke welatiyek hîs bike da.”   ‘EM LI DIJÎ HIŞMENDIYA ERDOGAN BIÇIN SER SINDOQAN’   Herî dawî Ozturk bang ji bo beşdarî ango çûna ser sindoqên hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me helwesta xwe ya ji bo serokkomariyê nîşan da. Serokkomarek ku di van 8 salên dawî de li ser qirkirin û destkeftiyên kurdan xwe ava kiriye heye. Em ê bikin ku ev kes têk biçe. Me bi gotina ‘Hewceye em bi gelên Tirkiyeyê re rûpelek nû vekin’ ev biryar daye. Serokkomar tenê serokkomarek yan jî serokê AKP’ê nîne. Nûnerekî polîtîkayên li ser îmha û înkar yên sed saliyê ye. Hewceye em ji bo em wî têk bibin bibiryar tevbigerin. Pêwîst e ji bo tûra duyemîn em bi hêz biçin ser sindoqan. Em dibêjin ku bila sedsala nû bibe sedsala aştî, azadiyê û em bi hev re vê yekê biafirînin. Ev jî wê bi di tûra duyemîn de ji holê bê rakirina û ferasetek ku demokrasiyê dixwaze û mafên kurdan qebûl dike were ser kar. Bila her kes ji bo bersivê bide hişmendiya Erdogan biçe ser sindoqan.”   MA / Bazîd Evren - Cengîz Ozbasar