Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye 2023-05-25 16:47:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartina serokkomariyê didomîne. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li Şirnexê axivî û got: “Di 14’ê Gulanê de stratejiya me çibe, di 28’ê Gulanê de jî em ê heman helwestê nîşan bidin.”    Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokkomariyê xebatên xwe berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê, rêveberên HDP, DBP, aktîvîstên TJA’yê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê û Baroya Şirnexê kirin. Şande û nûnerên saziyên navborî li ser hilbijartina serokkomariyê axivîn.    Şande piştre çû serdana gundên Cinibrê, Nehribê, Gozikê, Ernebatê, Xerapreşê û Cibiriyê yên bi ser navçeya Cizîrê ve û bi welatiyan re civiya.    HEMAN HELWESTÊ NÎŞAN DIDIN   Salîha Aydenîz li gundê Cinibrê axivî û diyar kir ku hê hilbijartin neqediyaye û ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kir. Aydenîz wiha got: “Hilbijartin didome. Em li benda 28’ê Gulanê ne. Di 14’ê Gulanê de stratejiya me çibe, di 28’ê Gulanê de jî em ê heman helwestê nîşan bidin. Gelê kurd di hilbijartinê de di rewşa mifteyê de ye û qedera hilbijartinê di destê wan de ye. Divê em ji bo azadiya xwe û Kurdistanê biçin ser sindoqan.”    Şande paşê jî serdana gundên Gozikê kir û bi welatiyan re civiyan. Her wiha şande bi dorê çû serdana gundên din jî.    BAZARCIX    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîfyurek li gel rêveberên partiya xwe çûn serdana gundên bi ser navçeya Bazarcixa Mereşê ve. Şandeyê di serdana gundan de ji bo guhertina îktidarê û rejîma yek zilamî belavokan li xelkê belav kirin.    Şande li gundên Dimamiş, Xorikan û Rivyon ên bi ser navçeyê ve serdanan kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê.    Parlamenter Sînan Çîftyurek di serdanan de axivî û destnîşan kir ku niha tenê pûsûlayek û armancek tenê heye û got: “Êdî divê em Nemrûdan bişînin. Ji bo azadiya gelê me divê em wan bişînin.”    Parlamenter Adalet Kaya jî bal kişand ser pêvajoya erdhejê û mexdûriyeta welatiyan û destnîşan kir ku ev îktidar li dijî her kesî dijminatiyê dike.    Şandeyê piştî serdana gundan serdana malbata Hevserokê HDP’a Bazarcixê Erdal Îper ê di 8’ê adarê de krîza dil kiribû û jiyana xwe ji dest dabû kir.    DÎLOK   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca Demîr û rêveberên partiya xwe serdana dikandaran kirin. Şandeyê di serdanê de bang li welatiyan kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin dengdayînê û xwedî li dengên xwe derkevin.