Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin 2018-04-16 09:27:19 ENQERE - Parlamenterê HDP’a Amedê Îmam Taşçier ê di şandeya HDP’ê de cih girt, baş kişand ser ziyareta xwe ya Herêma Kurdistana Fedara û got: “Ji bo konreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin. Em armanc dikin ku refleksên me yên neteweyî pêş bikin.” Şandeya HDP’ê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî dinavê de heyî li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî KDP, YNK, Tevgea Goran û gelek partiyên din re hatin gel heve. Parlamenterê HDP’a Amedê Îmam Taşçier ê dinava şandeyê de cih girt, diyar kir ku rojeva wan a sereke yekîtiya neteweyî bû.    Taşçîer, bal kişand ser ziyaretên HDP’ê yên salên 2016’an û wiha axivî: “Me xwest em van ziyaretên xwe berdewam bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî heviyên mezin ji Kurdistan Bakur hene. Di wê pêvajoyê de hêviyên yekîtiyê pir zêdebûn. Me ew pêvajo temam nekir. Ji ber ku gelek êrîş li ser HDP’ê hebûn. Hevserokên me, parlamenter û endamên partiya me hatin girtin. Me xwest em cardin dest bi wê pêvajoyê bikin. Piştî konfeya HDP’ê destpêkê em çûn serdana Başûrê Kurdistanê. Ev pêvajoya niha pir tevlîheve. Sibe dê çi bibe ne diyare. Lê ligel vê yekê jî em rastî eleqeyek mezin hatin.”   ‘RAMANÊN ME YEKIN’   Taşçier, diyar kir ku di hevdîtinan hema bêje hemû partiyên Kurdistanî ramanên wan yekin û wiha bilêv kir: “Di hevdîtinan de me li ser rê û rêbazên bên pêşxistin nîqaş kirin. Di çarçoveya pêşniyarên di demên pêş bên kirin de, em ê hevîtinên dû alî bikin. Piştî desteserkirina Kerkûkê partî ji hev xeyîdine û diyalok lewaz bûne. Çûyîna me pir baş bû. Partiyan hem bi me re û hem jî dinava xwe de diyalog pêş xistin. Ji ber pirsgirêkên navxweyî, diyalogên bi parçeyên Kurdistanê re kêm bûbûn. Me pêşniyarên hevdîtinên du alî, rêyên îqna kirin û girîngiya hatina gel hev kirin. Bi vî awayî me xwest em hevdîtinan dewlemend bikin. Me tenê pêşniyar kirin. Me got yekîtiya neteweyî girînge û divê demildest pêk were. Ji bo pêşketina vê yekê me  li ser rê û rêbazan nîqaş bi rêve birin.”   ‘GER YEKÎTI PÊK NEYÊ, DÊ SIBE EFRÎNEK DIN DERBIKEVE HOLÊ’   Taşçier, da zanîn ku ger Kerkûk nehatiba dagirkirin, her 4 parçeyên Kurdistanê li dijî vê derbiketan dê Efrîn wisan nebûya û wiha pê de çû: “Îro Efrîn heye. Sibe ger refleksek neteweyî tunebe, dê dîsan Efrînek din rû bide. Ji ber vê yekê divê yekîtiya neteweyî bê avakirin. Di hevdîtinan de me li ser astengiyên heyîn jî axivî. Dinava partiyan de dilnexweşî hene. Dîsan dinava   her çar parçeyan de dilnexweşîn hene. Em niha gavên pêşin ên kongreya neteweyî diavêjin. Yekîtî divê tim hebe. Divê hemû kes bi partiyên xwe reng bidin yekîtiya neteweyî.”   Taşçier, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê jî di vî warî de nirxandin. Têkiliyên me tim hene û hevdîtinên me pêk tên. Ev hevdîtin tenê bi hilbijartinê re ne sînordarin. Ger refleksên me yên neteweyî pêş bikevin, dê yekîtiya me jî ava bibe. Yekîtiyeke li ser hilbijartinan bê avakirin, tu carî bi ser nakeve. Em dixwazin li ser nirxên neteweyî yekîtiyê ava bikin. Ger ev pêş bikeve ji xwe yekîtî dê bandora xwe li hilbijartinan jî bike. Wê demê dê kurd bi tifaqa karibin beşdarî hilbijartinan bibin. Kurd dê di qonaxên hilbijatinê de, rola kîlidê bilîzin. Ji bo ev rola kîlidê xurt bibe, divê em yekîtiya xwe ava bikin.”   MA / Denîz Nazlim - Hayrî Demîr