Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin 2018-04-17 11:59:58 ENQERE – Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê di salvegera Şerê Melazgîrtê 26’ê tebaxa 2018’an de bê lidarxistin.  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di Komcivîna Meclîsê ya partiya xwe de axivî. Bahçelî xwest hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê pêşwext bê lidarxistin.  Bahçelî ev tişt got: “Pergala serokomariyê hêj baş neketiye meriyete. Ne hêsane Tirkiye heta 3’ê mijdara 2019’an li ber xwe bide. Xwegihandina 3’ê mijdara 2019’an her kêlî zehmet e. Ne pêkane di bin van şertan de Tirkiye heta hilbijartina 3’ê mijdara 2019’an bisekine. Divê ku di 26’ê tebaxa 2018’an de hilbijartin bê lidarxistin.”