'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin' 2023-06-22 09:00:55   MÛŞ - Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîz anî ziman ku sedema binçavkirin û girtinan, têkçûyîna desthilata AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê ye û got ku ew ê li dijî van zext û êrişan xwe li qadan birêxistin bikin.    Di 12'ê Hezîranê de li Mûşê bi ser gelek malan de hatibû girtin û der barê 22 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji kesên ku hatibn binçavkirin 12 kes ji ber ku tev li merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer bûbûn ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê di êrişa çekdarî ya li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "astengkirina peywirê" hatibûn girtin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergiz bilêv kir ku yekane sedema binçavkirin û girtinan, têkçûyîna desthilata AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê ye û got ku ew ê li dijî van zext û êrişan xwe li qadan birêxistin bikin.    LI KURDISTANÊ TÊKÇÛYÎNA AKP'Ê   Nergiz anî ziman ku meseleya kurd meseleyeke sed salî ye û AKP jî dijminatiyê kûrtir dike û got: "Çendî AKP di hilbijartinê de serketina xwe îlan kiribe jî, li Kurdistanê têk çûye. Ji ber ku vê têkçûyînê tehemul nake, êrişê dibe ser ciwanên kurd, jinên kurd û xebatkarên partiyê. Li Mûşê jî dest bi êrişan kir. 12 hevalên me ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Mîr Perwer bûn û bi hinceta ku kevir avêtine polîsan hatin girtin. Em vê yekê wekî nehezmkirina têkçûyînê di hilbijartinê de şîrove dikin."    ‘GELÊ KURD DÊ SERÎ NETEWÎNE'   Nergiz diyar kir ku li Kurdistanê li dijî jin û ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û wiha domand: "Desthilat hewl dide bi van polîtîkayan hebûna xwe bidomîne. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet divê em jî xwedî li ciwanên xwe derkevin. Fikarên desthilata AKP-MHP'ê bi temamî hilbijartinên herêmî ne. AKP'ê bi dengekî bilind serketina xwe pîroz kir, lê li Kurdistanê têk çû. Armanca sereke ya van operasyonan jî pêşîgirtina hilbijartinên herêmî û çavtirsandin e. Em behsa desthilateke ku li Kurdistanê nemaye dikin. Gelê kurd dê serî li ber van polîtîkayan netewîne. Ciwan û jin dê serî li ber van polîtîkayan netewînin. Heya ku jin û ciwanên Kurdistanê hebin, ev têkoşîn dê bidome û dê AKP li Kurdistanê nemîne."    ‘EM Ê XWE LI QADAN BIRÊXISTIN BIKIN'   Nergiz destnîşan kir ku ew ê li dijî binçavkirin û girtinan têkoşîna xwe xurt bikin û got: "Em ê bi têkoşîneke xurttir bersivan van êrişên desthilatê bidin. Em ji berê de li ber êrişan radibin û bêtir xwe bihêz dikin. Ji niha û pê de jî dê wiha bibe. Em ê ji ehr wextê bêtir bixebitin. Em ê vê têkoşînê bilind bikin. Em ê zilm û bêedaletiya faşîzmê ya li vê axê têk bişikînin û bi ser biekvin. Ciwanên kurd dê serî netewînin û em ê bi vîn û bîrdoziyeke xurttir xwe li qadan birêxistin bikin. Bi xurtkirina rêxistinkirinê divê her kes xwedî li vê têkoşînê derkeve. Em ê Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad ava bikin."    MA / Rûken Polat