Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin 2023-07-04 13:04:46 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan bertek nîşanî qedexeya derketina derve ya li gundên Bedlîsê da û xwest qedexeya kur ê li ber binpêkirinên giran vedike demildest were bidawîkirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Huseyîn Olan têkildarî qedexeya derketina derve ya li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran, Mezra Pisyan yên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê hatiye ragihandin li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.    Olan bertek nîşanî qedexeya derketine derve da û bi bîr xist ku ji 2015’an ve heta 1’ê çileya 2020’an herî kêm li 11 bajaran û li 51 navçeyan 381 caran qedexeyên derketine derve hatine ragihandin.    Olan diyar kir ku di dema qedexeyan de binpêkirinên giran ên mafan bi nexasim mafê jiyanê pêk hatin û gel di gihandina pêdiviyên jiyanî de bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye.    ‘QEDEXE RÊ LI BER BINPÊKIRINÊN GIRAN VEDIKE’    Olan bal kişand ser raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku di navbera salên 2015-2017'an de herî kêm 500 hezar kes ji ber van pêkanînan ji Kurdistanê hatine koçberkirin û bal kişand ser wê yekê ku li gorî qanûnê herî kêm 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Olan da zanîn ku bi hezaran xanî hilweşiyan e û wiha got: “Hat diyarkirin ku mal û tax bi wêneyên satelaytê ji nexşeyê hatine paqijkirin. Di vê raporta Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî de, ku demek dirêj li xwe digire; Her wiha şahidiyên îşkence, windakirina bi zorê, teşwîqkirina nefretê, lênihêrîna lezgîn a pizîşkî, redkirina xwarin, av û hewcedariyên jiyanî û tundiya li dijî jinan belge kirin. Di her şert û mercî de rewş zelal e, divê hikûmet demildest dev ji vê helwesta xwe berde.”   ‘HINCETA QEDEXEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Olan anî ziman ku tu hinceteke qebûlkirina qedexeyê nîne û got: “Ji ber ku gelek mafên bingehîn ên weke mafê jiyanê, qedexekirina îşkenceyê, azadiya şexsî û ewlehiyê tên binpêkirin. Qedexeya derketina derve ya bêdawî û seranserî rojê dibe sedema mexdûriyeta gelê me. Em daxwaz dikin ku hikûmet demildest dest ji vê sepana dijmirovahî berde.”