Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike 2023-07-04 15:05:31   ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku ji bo endamtiya NATO’yê ya Swêdê mimkin nîne ew qala rewşekî erênî bikin.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Cîgirê Serokwezîrê Urdunê û Wezîrê Karên Derve û Urduniyên li Dîasporayê Dijîn Ayman Safadî li Enqereyê civîneke hevpar li dar xistin. Fîdan, têkildarî endamtiya Swêdê ya NATO’yê axivî û wiha got: “Ji roja dixwaze bibe endama NATO’yê heta niha wisa xuya dike ku dê Swêd ji hêzê zêdetir bo NATO’yê pirsgirêkan çêbike. Ev rewş jî di serê me de fikaran çêdike. Ji hêla stratejî û ewlekariyê ve ne diyar e bê ka dê endamtiya Swêdê bo NATO’yê bêhtir bibe bar an dê sûd jê were girtin. Ev mijar divê bêhtir were nîqaşkirin.”    ‘MIMKIN NÎNE MIROV QALA REWŞEKÎ ERÊNÎ BIKE’    Fîdan, got ku mîna Fînlandiyayê ew li bendê ne ku Swêd jî bepirsyartiyên xwe bi cih bîne û wiha bi dawî kir: “Di rewşeke ku rêxistina terorê li Stockholmê çalakiyan dike, pereyan kom dike de mirov nikare qala rewşekî erênî bike. Lê em li gorî rêgezên xwe tevdigerin. Heke Swêd berpirsyartiyên xwe pêk bîne, dibe ku em alternatîfên cuda jî bifikirin. Serokwezîrê me van mijaran ji nêz ve dişopîne. Em ê piştî civînê 6 mehan van mijaran dîsa binirxînin.”