Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin 2023-07-16 14:45:01   STENBOL - HDP û Partiya Çepên Kesk li Esentepeyê civîna gel li dar xist û li rexne û pêşniyazên gel guhdar kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de li taxa Esentepeya navçeya Sûltangaziya Stenbolê serdana Komeleya Simek a Bedlîsê kir û civîna gel li dar xist. Rêveberên HDP’ê û Çepên Kesk tev li civînê bûn. Di civînê de pêvajo û encamên hilbijartinan hat nîqaşkirin. Her wiha di civînê de hat xwestin ku partî bi saziyan re têkiliya xwe li pêş bixe û li rexne û pêşniyazên gel guhdar bikin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû axivî û bal kişand ser pêvajoya “Plana Têkbirinê” û got îktidar dixwaze partiyan û civakê ji hev qutbike. Turkoglû destnîşan kir ku îktidar tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe dijwartir dike û xwest her kes piştgiriyê bide têkoşîna li dijî plan û polîtîkaya AKP’ê.