Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me 2023-07-31 09:02:44 ŞIRNEX - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, diyar kir ku civînên gel dê şekil bidin siyaseta wan û wiha got: “Em tifaqên xwe mezin bikin li kolanan, taxan û gundan siyasetê bikin û gelê xwe bi rêxistin bikin.”   Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên gel ên piştî hilbijartinê di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê de tax bi tax gund bi gund li Botanê dane destpêkirin bi dawî kirin. Di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê de wê meha Tebaxê li gelek bajaran konferans bê kirin û pêvajo dê di meha Îlonê de bi kongreyê bê temamkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren ê li Botanê li Şirnex û navçeyên wê tax bi tax gund bi gund tev li civînên gel bû, rexne û pêşniyarên gel û peyamên dayî nirxandin.    Eren ê qala girîngiya civînên gel ên li dar xistin kir, da zanîn ku rexneyên dernexistina namzet a di hilbijartina serokkomariyê de, polîtîkayên tifaqê, nekirina siyaseta di bingeha gel de, dûrketina ji siyaseta Rêya Sêyemîn derketin pêş.    SIYASETA DI NAVA GEL DE    Eren, diyar kir ku ji bilî rexneyên gel, pêşniyarên gel jî hene û wiha got: “Bi taybetî hate diyarkirin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên pêşiya me ji niha ve amadekarî bên kirin. Pêşniyarên ku divê di hilbijartinên herêmî de namzet ne ji navendê ji herêmê bên derxistin, siyaset bi Enqereyê bisînor nemîne, berê xwe bidin gel, siyaset li taxê li kolanê di nava gel de bê kirin derket pêş.” Eren, bi lêv kir ku di civînan de peyama “Rêya bihêzbûnê di herêmê re derbas dibe” hate destnîşankirin.    REXNEYA RÊYA SÊYEMÎN    Eren, destnîşan kir ku rexnekirina gel a têkildarî dûrketina ji siyaseta Rêya Sêyemîn re, tespîteke girîng e û wiha berdewam kir: “Pêwîstiya me ne bi bloka faşîst a neteweperest a spî ne jî bloka faşîst a kesk a nerm û Osmanî heye. Di navbera her du blokan de şerê desthilatê heye. Her du jî çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin û li ser heman xalê ne. Em li dijî vê dibêjin Rêya Sêyemîn. Em ji bo hemû gelên xwe yên bindest ên suryanî, ermen, ên ji derveyî bloka faşîst mane û aştiyê dixwazin dibêjin Rêya Sêyemîn. Ji bo vê em tifaqên xwe mezin bikin, em li tax, kolan, gund siyasetê bikin û em gelê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku me ev winda kir, me nekarî di hilbijartinê de bigihêjin armanca tê xwestin. Divê em vê sererast bikin û vegerin siyaseta xwe ya rêya sêyemîn. Rêya vê yekê jî bi rêxistinbûyînê bi hatina ba gel a li taxê û kolanê dibe.”   PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ    Eren, da zanîn ku mijareke din a di civînan de derketiye pêş jî pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê 24 sal in tê ragirtin, tê meşandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel di ferqa vê yekê de ye. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe ne pirsgirêka azadiyan ne pirsgirêka kurd ne jî pirsgirêka girtiyên di girtîgehê de nayê çareserkirin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin divê xebateke berfireh bê meşandin. Gel ji vê yekê re amade ye.”   Eren, anî ziman ku dê rexne û pêşniyarên gel şekil bidin siyaseta wan û bi lêv kir ku piştî civînên gel wê li bajaran komxebatan û atolyeyan li dar bixin.    MA / Mehmet Guleş