Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin 2018-04-21 10:22:08   ENQERE – Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiye û Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Dema mirov pêkanînên qeyûman, girtina wekîlan, betalkirina wekîlan, polîtîkaya desthilatdariyê ya kurd û tifaqa bi MHP’ê re komî ser hev dike, li Kurdistanê encamên derkevin holê dê wateyek wan pir taybet hebe.”    Bi dengên AKP’ê û MHP’ê pêşnûmeya hilbijartina pêşwext li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin û pêvajoya hilbijartina zordest bi awayekî fermî hat destpêkirin. Lîjneya Hilbijartinê ya Bildin (YSK) jî di demek kin de dê plansaziya hilbijartinê derbixe û li gorî vê yekê partiyên siyasî dest bi xebatên xwe bikin. Di çarçoveya plansaziyê de dê dîroka serlêdana namzetiya serokomariyê, dîroka dawî ya serlêdana namzetên wekîliyê û qeydên hilbijêran jî dê zelal bibin.    ÇAV LI YSK’Ê NE   Wekîlê Serokê TBMM’ê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar derbarê pêvajoya hilbijarinê de axivî. Sancar da zanîn ku dê di nava du hefteyan de qanûnên bingehîn di hevdîtinên li Meclîsê de bên aşkerekirin û ew li benda plansaziya YSK’ê ne. Piştî namzetê serokomariyê û parlamenteran aşkere bibin dê xebata çalak bidin destpêkirin.    'ÊDÎ NAMZETÊ HEVPAR ZOR E’    Sancar destnîşan kir ku ji bo muxalefetê namzetê hevpar gelek zor bûye û got: “Mûxalefet bi nazmetek hevpar bo li hev bike tenê hilbijartinek e. Ev bijartebûn her ku diçe zor dibe. Muhtemelek mezin dê her partî di tûra ewil de bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Heke ku di tûra ewil de ji sedî 50+1 dernekeve, tûra ewil û namzet girîng e. Li hember Erdogan dê kîjan namzet di tûra duyemîn de derbikeve? Meseleya herî girîng ev e. Di tûra yekemîn de kes bi ser nekeve, dê hemû çav li ser tûra duyem be.”    ‘DÊ 24’Ê HEZÎRANÊ BIRYARÊN GIRÎNG DERKEVIN’    Sancar anî ziman ku ev hilbijartina dê serdemek nû bide destpêkirin biryara tûra yekemîn girîng e û got: “Dê di 24’ê Hezîranê de biryara gel girîng be.”    ‘EM Ê WEK PARTIYA TIRKIYEYÊ RIYA XWE DEWAM BIKIN’    Sancar diyar kir ku texmînkirina encamên hilbijartinê gelek zor e û wiha dewam kir: “Ev dîrok gelek zû ye. Ev hilbijartinek zordest e. Lê ji bo me ez dikarim vê bêjim; pirsgirêka bendê ya HDP’ê nîne û dê dengên me derkevin ser rêjeya hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an. Encam û tabloya ji Kurdîstanê derbikeve dê jig elek aliyan ve peyama girîng be. Biryara me zelal e ku em ê wek partiya Tirkiyeyê riya xwe dewam bikin û ji bo em ji rojavayê Tirkiyeyê dengan bistînin dê gelek hewldanên me hebin. Lê encax encama hilbijartinê ku dê ji Kurdistanê derbikeve, dê gelek peyamên girîng bi xwe re bîne. Dema mirov pêkanînên qeyûman, girtina wekîlan, betalkirina wekîlan, polîtîkaya desthilatdariyê ya kurd û tifaqa bi MHP’ê re komî ser hev dike, li Kurdistanê encamên derkevin holê dê wateyek wan pir taybet hebe.”    ‘HDP DÊ TIFAQÊN XWE BI XWE AVA BIKE’    Sancar got ku dê HDP hewl bide tifaqên xwe çêbike û ew dixwazin bi tifaqên mezin hem li Kurdistanê û hem jî li rojavayê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Sancar got: “Biryarek me heye ku em bi xwe tifaqên xwe berfireh bikin. Di vê mijarê de xebatên me hene.”    MA / Kenan Kirkaya