Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin 2023-08-09 15:17:46   ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin ji bo tecrîda Îmraliyê were lêkolînkirin, bi dawî bibe û bi hiqûqê were kirin pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.      Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin ev 29 meh in tu agahî nayên girtin. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Oznûr Bartin Pêşnûmeya Lêkolînê da Serokatiya Meclisê.    Di sedema pêşnûmeyê de ev tişt hatin gotin: “Di Girtîgeha Girava Îmraliyê de cezayê qedexekirina hevdîtinê li ser birêz Ocalan û 3 kesên pê re dimînin tê meşandin û rewşa agahînegirtinê mutleq hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn dibe sedema kûrbûna qeyranên siyasî-civakî yên têne jiyîn."    LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA GIRANKIRÎ   Bi domdarî hat bibîrxistin ku ev 4 sal in Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê nekirine û wiha hate gotin: “Birêz Abdullah Ocalan ê ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê di qawişa yekkesî de tê ragirtin û hikûmxwarên di hema girtîgehê de tên ragirtin, bi tunehesibandina hemû qanûnên heyî hevdîtina wan a malbat û parêzeran tê astengkirin. Birêz Ocalan  herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk aniye û carekê jî di 25'ê adara 2021'ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî ku telefon hatibû qutkirin."    Di berdewamê de Bartin bal kişand ser rapora 5’ê Tebaxa 2020’an a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di raporê de ji bo tecrîda Îmraliyê pênaseya “incommunicado” hatibû kirin û wiha pê de çû: "CPT'yê di serdana xwe ya 20-20’ê îlona 2022’yan a li Tirkiyeyê de destnîşan kir ku ew çûye Girava Îmraliyê lê têkidarî serdana xwe tu daxuyanî neda. Herwiha Ocalan û her sê girtiyên din ji bo rewşa wan a agahînegirtina mutleq were bidawîkirin, serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dane û ev serlêdan di 6’ê Îlona 2022’yan de hatiye bersivandin û di biryarê de wiha hatiye gotin; 'Divê ev rewşa incommunicadoyê tavilê were bidawîkirin û parêzer bêyî rastî astengiyekê bên tavilê hevdîtinan bikin.' Ev biryar jî ji hikûmetê re şand. Ne li gorî rapora CPT'yê tevgeriyan û ne jî biryarên NY'ê nas kirin.    LI DIJÎ QANÛNÊN NAVXWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ TEVDIGERIN   Ev 24 sal in tecrîd didome û di nava 4 salên dawî de hatiye girankirin. Ev tecrîd li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ye. Helwestekî keyfî ye û cihêkarî tê kirin. Bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan re pirsgirêkên li erdnîgariya me hêj bêhtir tên kûrkirin. Bi rola Ocalan tê zanîn lê polîtîkayên meşandina tecrîdê, neçareserkirina pirsgirêka kurd, nêzîkatiyeke hêzên ewlehiyê û polîtîkayên şer ên Rojhilata Navîn hatine tercîhkirin. Bidawîkirina tecrîda li Girava Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan û sê girtiyên din, bidawîkirina hevdîtina qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan girîng e.    DAXWAZA LÊKOLÎNA MECLISÊ   Di vê çarçoveyê de li gorî raporên CPT û biryarên Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê, ji bo tecrîda girankirî ya nehiqûqî ya li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê were lêkolînkirin û bi hiqûqê were kirin, em dixwazin Meclis lêkolînê bide destpêkirin."