Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be 2018-04-29 13:37:33 MÊRSÎN – Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Edeneyê di taştê de bi gel re hat cem hev û got: "Serkeftin dê ya me gelan be."    Parlamenterê Partiya Gelan a Demoratîk (HDP) yê Semsûrê Behçet Yildirim û hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Murat Baykan li Edeneyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê û 1'ê Gulanê di taştê de bi gel û saziyên civakî re hat cem hev. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Murat Baykan, anî ziman ku ew dê bi karker û kedkaran re bi hev re 1'ê Gulanê li qadan pîroz bikin û daxwazên xwe li qadan bînin ziman û 24'e Hezîranê bi awayekî xurt bi ser bikevin. Parlamenter Behcet Yildirim jî bal kişand ser zext û zordariya li ser gel û wiha got: “Em dê di 24'ê Hezîranê de serkeftina gel bi dest bixin. Di 24'ê Hezîranê de hem em, hem jî gel dê bi ser bikeve. Em dê di 25'ê Hezîranê de wekîlên me yên girti jî ji girtîgehê derxin."