Partiyên Kurdistanî ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kirin 2018-05-02 14:44:55 AMED – Li Amedê 5 partî û tevgerên Kurdîstanî li hev kirin û ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser 15 xalan “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” damezrandin. Saziyan ragihand ku kîjan partî van xal ango prensîbên wan qebûl bike dê bi wan re tifaqê ava bikin.  Di 24’ê Hezîranê de dê hilbijartina zordest pêk bê. Li aliyekî nîqaş û rexneyên li ser vê biryara hilbijartinê dewam dikin û li aliyê din jî gelek partî di nav lêgerînên tifaqê de ne. Partiyên Kurdistanî ku ji Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tên bi civînek çapemeniyê “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” îlan kirin. Partiyan li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîn li dar xist. Di civînê de serokên giştî, rêveber û endamên van partiyan amade bûn.    Metna prensîbên ragihandina tifaqê bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş xwend û ya tirkî jî Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk xwend.    Daxuyaniya tifaqê ku ji xalên prensîbên wan pêk tê wiha ye:   “Em mizgînîyê didin gelê xwe ku me ‘Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê’ ava dikin. Ev partî û tevgerên ku navê wana li jêr hatine nivîsandin, me bi hev re biryar da ku em di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi hevdu re tev bigerin û xebatê bikin.   Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kirîye. Emê li ser esasê qebulkirina van prensîbên sîyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin. Em dixwazin di vê der barê de gelê xwe agahdar bikin. Prensîbên me yên sîyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:   * Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xwedîderketina li  ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.   * Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî resmî qebûlkirina zimanê Kurdî.   * Li dijbûna hemû qedexeyên li ser azadîya ramanî û xebata rêxistinî   * Qebûlkirina mafên netewî û bawermendîyê yên hemû eqalîyet, dîn û mezheban.   * Parastina mafên jinan.   * Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alîyên Kurdan bibin mixatabê dîyalogê   * Xwestina serbestberdana  hemû girtî û hefsîyên sîyasî.   * Divê qanûna  partîyên sîyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bê çêkirin da ku hemû astengîyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.   * Sonda Parlamenterîyê li ser bingehe ku hebûna eqalîyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.   * Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû şerh û astengîyên ku li ber bicîhanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kirîye ji holê rake.   * Divê hemû şertên Ewrûpayê yên di der barê Xweserîya Rêvebirîyên Herêmî de bêne qebûlkirin.   * Ji bo ev prensîbên me yên sîyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, sîyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.   * Em ê mihawile bikin ku li ser van prensîbên sîyasî em potansîyela herî berfireh ya sîyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê bikin.   * Em ê  wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, bi wan alîyên Tirkîyeyê yên ku van prensîbên me yên sîyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav dîyalogê de bin.   * Ev alîyên ku ji bo avakirina alternatîfeke neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên sîyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi alîyên sîyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di der barê şêweya beşdarîya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.”