EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê 2018-05-04 10:34:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku ew dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya parlamenteriyê û Serokomariyê de, dê piştgiriyê bidin HDP’ê    Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê ya parlamenteriyê û serokomariyê diyar kir ku ew dê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin  HDP’ê Seroka EMEP'ê Gurkan pirsên Edîtorê Rojnameya Karinca Çagdaş Kaplan bersivand û diyar kir ku ew dê hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê. Gurkan, anî ziman ku pêwiste ew li dijî pergala yek zilam û yek partiyê rawestin û wiha got: "Bloka AKP-MHP'ê hewl dide rê li pêş ketina partiyên din ya hilbijartinê bigire. Hewl didin ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku HDP bendê derbas bike. Ji bo pergala yek zilam û yek partiyê bida wî bibe wekî EMEP'e em dê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji bo li Tirkiye demokrasî pêş bikeve em bawer dikin ku divê her kes piştgiriyê bidin HDP'ê û di hilbijartina Serokomariyê de jî piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş. Li gorî me bijartina herî rast tifaqek fireh ya demokrasiyê ye. Divê îtîfaqa demokrasiyê karibe namzetekî hevpar diyar bike. Divê bibe bersîva daxwazê hemûyan. Divê bibe bersîva kedê û kedê biparêze.