Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne 2018-05-04 13:24:16   ENQERE – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ku tê payin HDP wî wekî namzetê Serkomariyê nîşan bide, ger ku neyê berdan, dê 2 roj berî hilbijartinê li Dadgeha Enqereyê bi hilbijêrên xwe re bê cem hev.    Li bendê ye ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro ji bo namzetiya Serokomariyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş nîşan bidin. Demîrtaş ji 4'ê mijdara 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye. Demîrtaş ji ber der barê wî de gelek doz hatine vekirin, li gelek bajaran danişînên wî tên dîtin. Ger ku Demîrtaş heta hilbijartinê neyê berdan, dê tenê li salonên dadgehan karibe hilbijêrên xwe bibîne. Heta niha Demîrtaş li Enqere û Stenbolê tev li 2 danişîan bû. Li gorî agahiyên ku parêzeran da, Demîrtaş heta hilbijartinê dê 3 carên din derkeve pêşberî dadgehê û danişînên wî dê bên dîtin. Parêzeran diyar kirin ku biryar hatiye dayîn ku Demîrtaş tev li 3 danişînan bikin. Ger ku Demîrtaş neyê berdan herî dawî dê 2 roj beriya Hilbijartina 24'ê Hezîranê dê di 22'ê Hezîranê de li Enqereyê derkeve pêşberî dadgehê. Demirtaş dê di 22'ê Hezîranê de li 24'enîn Dadgeha Cezayê Asliye derkeve pêşberî dadger û li salonê dê karibe hilbijêrên xwe bibîne.    Dîsa di 17'ê Gulanê de li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoya Stenolê û di 12'ê Hezîranê de jî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê derkeve pêşberî dadger û karibe hilbijêrên xwe bibîne.