DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin 2023-12-19 11:33:20   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan 27 navçeyên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin û diyar kir ku dema serlêdana bernamzetan heta 25’ê kanûnê hatiye dirêjkirin.    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya duh de hatine wergirtin li Navenda Giştî ya HDP’ê aşkere kirin.   KOMKUJIYÊN MEHA KANÛNÊ    Dogan, kesên di Komkujiya Mereşê de û êrişa di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatiye kirin de hatine qetilkirin bi bîr anîn.    Dogan, Dayika Taybet a di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiya ya Şirnexê de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma bi bîr xist û wiha got: “Kurê wê çû cenaze wergire gule lê hatin barandin û birîndar bû, hevjînê wê çû wergire gul li wî jî hatin barandin û birîndar bû. Çi hate gotin? Gotin qedexeya derketina derve heye.”   CIHÊN KU DÊ LI TIRKIYEYÊ NAMZETAN LÊ NÎŞAN BIDIN    Dogan a biryarên têkildarî hilbijartinên herêmî yên MYK'ê parvekirin da zanîn ku dê li bajarên Tirkiyeyê namzetan nîşan bidin û navê 27 navçeyan parve kir. Navên navçeyên hatin parvekirin wiha ne: “Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”   BANGA LIHEVKIRINA BAJÊR    Dogan, destnîşan kir ku bi rêbaza “Lihevkirina Bajêr” ew dixwazin bajaran bi rê ve bibin û ev tişt gotin: “Em bang li kesên bajaran diafirînin dikin, bang li jinan, ciwanan, kedkaran, xwendekaran, astengdaran, karkeran dikin; em bang li herkesên ji bo mafê bajar dixwazin bajarên demokratîk û ekolojîk biafirînin dikin. Esas lihevkirina bajêr bangeke. Li saziyên sivîl ên civakî, li odeyan, li baroyan, li rêxistinên girseyî yên demokratîk, li hemû dînamîkên siyasl û civakî û hemû tevnên civakê bangeke. Em dibêjin ‘Werin em bi hev re bajarên xwe tamîr bikin, baş bikin û ava bikin’. Em bi salan e dibêjin ku bajarên birîndar azad bikin. Ev di heman demê de hewldana feraseta me ya rêveberiyên herêmî belavî hemû beşên civakê bike ye. Em bang li herkesên dibêjin ‘bajar ê min e’ dikin ku bi lihevkirina bajar bi hev re serbikevin.”   ‘EM DIKARIN DI XAÇERÊYA DEMOKRASIYÊ DE BÊN BAHEV’    Dogan, diyar kir ku Lihevhatina Bajar ji bo bajarên azad, ekolojîk, demokratîk, mirov bikare lê bijî Û hevdîtinên nû firsendeke û anî ziman ku bi pirsgirêka kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dozên derbarê endamên partiya wan de ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin. Dogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi meseleya demokrasiyeke nikare were çareserkirin diçin. Ji ber wê yekê ji bo DEM Partiyê hilbijartinên herêmî tenê ne hilbijartina şaredariyê ye.”   ‘EM DIXWAZIN BIBIN BÊHNEKE NÛ’    Dogan, got ku “Em dikarin bi hevdîtinên nû, zêdetir bihêz bibin û zêde bibin û di xaçerêyeke demokrasiyê de bên ba hev” wiha got: “Lihevhatina bajêr ji bo me di heman demê de peymaneke civakî ye. Em dixwazin bi lihevkirina bajar ji her derê Tirkiyeyê re bibin bêhneke nû.”   DEMA SERLÊDANÊ 5 ROJÊN DIN HATE DIRÊJKIRIN   Dogan, diyar kir ku dema serlêdana bernamzetiyê careke din dirêj dikin û wiha lê zêde kir: “Me beriya niha heta 20’ê kanûnê dirêjkiribû. Niha jî em ê 5 rojên din dirêj bikin. Em careke din bang dikin; Werin em bi hev re serbikevin û bila bi lihevkirina bajar re bajarên me gel bi rê ve bibin.”   ÎDIAYA PIŞTGIRIYA JI BO CHP’Ê DEREWAND   Dogan nûçeyên têkildarî dê DEM Partî piştgiriya CHP’ê bike hatine çêkirin derewandin û ev tişt got: “Ji bilî agahî û daxuyaniyên partiya siyasî û lijneyên têkildar hemû spekulatîf in û armanca wan çêkirina ferasetê ye. Dema ku em dibêjin wê gel bi lihevhatina bajêr bi ser bikevin, bi rastî jî em bang li tu partiyên siyasî nakin. Bila ji kerema xwe ji vir banga me wisa neyê fêmkirin. Em bang li dînamîkeke civakî ya bi ser partiyên siyasî dikin.”