Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e 2018-05-04 15:35:58 AMED – KCD, HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê û yekîtiya kurd de HAK-PAR’ê ziyaret kir. Ahmet Turk li vir axivî û got: “Divê em kurd birîna xwe bi destê xwe bipêçin. Pêvajoya pêşiya me girîng e. Lazim e em yekîtiya xwe fireh bikin."  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Wekîlên HDP’ê Îmam Taşçier û Nîmetullah Erdogmuş, rêveberên KCD, HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên tifaqa hilbijartinê ya kurd û yekîtiya neteweyî ya kurd de çûn serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) a Rêxistina Amedê. Heyet ji aliyê rêveberên HAK-PAR’ê ve hat pêşwazîkirin. Pişt re heyet derbasî salona civînê bû.    TURK: PÊVAJOYA PÊŞIYA ME GIRÎNG E   Beriya hevdîtinê axaftinên kurt hat kirin. Siyasetmedar Ahmet Türk ewilî axivî û detnîşan kir ku ji aliyê hemû kesî ve tê dîtin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê li ser kurdan siyasetek çawa tê meşandin û got: “Em viya baş dizanin, heke em birîna xwe bi destê xwe derman nekin, kes birîna me derbs nake. Îro beriya her tiştî yekîtiya kurdan lazim e. Em hêvîdar in ku roj bi roj dê yekîtiya kurdan li pêş bikeve. Dê li pêşiya jiyanek azad riya me ronî bike. Armanca me ew e ji bo jiyanek azad û demokratîk ji bo kurd û Kurdistan yekîti bê avakirin. Li pêşiya me pêvajoyek girîng û dîrokî heye. Divê beriya vê pêvajoyê xebatên yekîtiya neteweyî leztir bibin û yekîtiya me berfireh bibe. Ez hêvîdarim em ê barê xwe sivik bikin.”    ‘RIZGARIYA GEL BI YEKÎTIYÊ PÊKAN E’    Piştî Turk, Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç jî axivî û got ku rojeva wan a sereke tifaqa hilbijartina pêşwext e. Karakoç bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û wiha got: “Yekîtiya kurdan pirsgirêk, derd û kulek dûr û dirêj e Yekîtiya gelê kurd rizgariya gel û welatê me ye. Divê yekîtî li ser siyasetek rast bê meşandin. Rizgariya gel bi yekîtiyê pêkan e. Yekîtî li ser siyasetek rast bê birêvebirin, dê dewama wê bê. Ji niha pê ve xeletîkirin ne mafê tu kesî ye.”    Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re dewam kir.