Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin' 2017-10-12 11:29:20 AMED - Serokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan aşkera kir ku derdê Tirkiyeyê ne Idlib, dorpêça Efrînê ye û wiha got: "Daxwazeke Erdogan a der barê Tirkiyeyê de tune, daxwaza 'Bila kurd nebin xwedî gotin' heye. Polîtîkaya wan a dijberî kurdan ji bo hemû parçeyan derbas dar e." Serokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, der barê desteserkirina 94 şaredariyên DBP'ê û hişyariya Komîsyona Venedîkê ya şêwermendiya makeqanûna Konseya Ewropayê dike, operasyona Idlibê û rederanduma li Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat de û nêzikatiya Tirkiyeyê ya berdewam dike de axivî.   Arslan da zanîn ku biryara ku Konseya Ewropayê bigire raste rast Tirkiyeyê eleqedar dike û wiha got: "Qeyûmên ku dê bibe mijara Konseya Ewropayê dê pêkanînan daynin ser. Ji ber vê biryara Komîsyona Venedîkê ji bo me girîng e. Em bawer dikin dê piştî van daxwazan dê ber bi encamekê ve biçe."   ‘DÊ PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DERKEVIN PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ’   Arslan da zanîn ku qeyûmên ku tayînê şaredariyan kirine dê pirsgirêkên cidî derxin pêşberî Tirkiyeyê û wiha axivî: "Li Ewropa demokrasiya herêmî serdest e. Hişmendiya demokratîk a herêmî, vîna gel a rêvebirinê esas tê girtin. Li Tirkiyeyê piştî tayînkirina qeyûman, şaredarî hatin xespkirin. Her çendî Komîsyona Venedîkê dereng mabe jî ev pêkanîna antî demokratîk a li Tirkiyeyê li ber çavan giritin girîng e."   ‘QEYÛM AVÊT ŞAREDARIYA XWE JÎ’   Arslan destnîşan kir ku hevşaredarên DBP'ê ji bi îdiayên wekî nelêrêtî kirine nehatine girtin, lê qeyûmên xwe ji ber "Şerê nelêrêtiyê" guherandine û wiha pê de çû: "AKP'ê wer kir ku şaredarê Stenbolê îstifa kir. Qeyûm avêt şaredariya xwe. Ji bo siyaseta xwe ya rizyayî û bêhn ketiyê veşêrin wekî ku bi xwe îstifa kiribe dan nîşan. Ev dide nîşan ku AKP'ê çawa Tirkiye diziye."   ‘JI DEMA KOMARÊ VIR VE BERDEWAM DIKIN’   Arslan der barê gefên Serokomar Erdogan ên der barê referanduma Herêma Federal a Kurdistanê de jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê kurd bi sedan sal e ji bo azadiya xwe berdêlên giran dan û ji bo azadiyê vê berdêlê îro jî didin. Dibe ku pêvajoya referandumê û xebata wê bê nîqaşkirin. Ev biryar gel daye û tu welat nikare mudaxaleyê vê bike, gel nikare bê cezakirin. Hêstên AKP'ê yên şovenîst ku der barê referandumê de kirine, ji polîtîkaya wê ya dij kurd tê." Arslan got ku "AKP dijberê kurdan e" û ev tişt anî ziman: "Îro bajarekî wekî Şirnexê nema, dema em îro li Sûra xwedî dîrokek 5 hezar salî mêze dikin, tu hikumet û destdriyê Sûr bi erdê re nekir ye. AKP'ê bajarên herêmê rûxandin."   Arslan aşkera kir ku AKP naxwaze kurd bibin xwedî gotin û polîtîkaya Sûriyeyê jî wekî dijminatiya kurdan şîrove kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev demek dirêj e AKP hesabê Efrînê dike. AKP dixwaze kurd bi tu awayî nebin xwedî statu. Heke hebe jî dixwaze bifetisîne."