Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn 2024-01-17 08:17:56 ŞIRNEX - Di pêşhilbijartina li navçeya Cizîrê hate lidarxistin de Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li navçeya Cizîra Şirnexê di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de tûra duyemîn a pêşhilbijartinê li dar xist. Di dengdayîna gel a li Eywana Dawetê ya Azîzoglû pêk hat de hezar û 216 delegeyan deng bikaranîn. Dengdayîn û hejmartina dengan heta derengî şevê berdewam kir. Balkêş bû ku hinek welatiyan li pûsûleya dengan “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” nivîsand. Yek ji bernamzetên jin Guler Tûnç 627 deng; yek ji bernamzetên mêr Abdurrahîm Dûrmûş jî 759 deng wergirtin û bûn namzetên Hevşaredariyê yên Cizîrê.    ‘EM Ê JIYANA DEMOKRATÎK Û JIYANA AZAD AVA BIKIN’    Endamê Meclisa DEM Partiyê Zeyad Ceylan ê di pêşhilbijartinê de axivî, wiha got: “Em xwedî derketina gelê Cizîrê ya li şahiya demokrasiyê pîroz dikin. Cîzirê îro li vir dîroka xwedî derketina xwe û demokrasiyê jinûve nivîsand. Cizîr cihê berxwedanê ye. Rêveberiyên herêmî tenê ne şaredarî ne. Di heman demê de xwe bi xwe birêvebirine.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordûyê jî wiha got: “Em ê tecrîdê bi hev re rakin. Birêz Abdullah Ocalan dê azad bibe. Pirsgirêka kurd ê bi awayekî aştiyane were çareserkirin.”   Piştî axaftinan delegeyan her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.