Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin 2024-01-29 13:25:42   AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma danasîna namzetên jin ên hevşaredariyê de axivî û wiha got: “Em soz didin ku yek bi yek em ê temamiya qeyûman bişînin û bi feraseta azadîxwaziya jinê demokrasiya xwecihî xurtir bikin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên hevşaredarên jin ên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, li hotêleke Amedê bi zaravayê kurmancî bi dirûşma “Dema jinan vîna jinan” û bi zaravayê kirmanckî bi dirûşma “Demê cinîyan îradeyê cînîyan” bername li dar xist. Bernameya danasînê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari berdewam kir. Hatîmogûllari, ji ewil siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û wiha got: “Em ji vir silav û hezkirina xwe ji hemû hevrêyên xwe yên jin ên di girtîgehê de dîl girtine, dişînin. Werin em soz bidin ku heta em wan dîwaran hildiweşînin vê têkoşînê bidomînin.”    ‘EM DI PÊVAJOYEKE DIJWAR RE DERBAS DIBIN’    Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku tişta niha li vir tê kirin li tu derên cîhanê nîne û wan bi saya têkoşîna tevgera jinên kurd xwe gihandine vê rojê. Hatîmogûllari, diyar kir ku pêşhilbijartina wan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû cîhanê dê bibe mînak û wiha berdewam kir: “Gel bixwe namzetên xwe hilbijart û ev tiştekî gelek biqîmet e. Nêzî 5 hezar hevalên me ji bo vê pêşhilbijartinê ked dan. Em spasiya wan dikin. Em di pêvajoyeke gelek dijwar de ne. Li her derê şer heye. Li her dera cîhanê faşîzm, netewperestî û hişmendiya mêr serdest e. Em dizanin her tim hedefa wan jî jin in. Weke Gulten Kişanak got; ‘Weke jin em ê bi hilweşandina desthilatdariya wan a mêtînger re kariyera xwe mezin bikin.’”   ‘EM Ê DEMOKRASIYA XWECIHÎ XURTIR BIKIN’   Di berdewamê de Hatîmogûllari ji Şîliyê heta Arjantînê, ji Meydana Tehrîrê heta Rojava, ji Bexdayê heta Hewlêrê hemû jinên cîhanê ku dibêjin “em serî natewînin û têdikoşin” re silav şand û axaftina xwe wiha qedand: “Slav ji Klara Zetkîn, Roza Luxemburg, Behîce Boran, Şîrîn Tekellî, Sakîne, Sevê, Hevrîn Xelef re. Werin em soz bidin wan ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de yek bi yek şaredariyan bi dest bixin, bi taybetî namzetên hevşaredar ên jin, bi şandina qeyûman, bi feraseta azadîxwaziya jinê demokrasiya herêmî xurttir bikin. Berpirsiyarî herî zêde dikeve ser milê me jinan. Em bi vê wesîleyê soz didin ku em ê serketina 31’ê Adarê diyarî hemû jinên di girtîgehan de ne, diyarî dayikên xwe yên di greva birçîbûnê de ne û Nobeta Edaletê dimeşînin bikin. Tevî ku cenazeyên zarokên wan bi kargoya PTT’ê hatin teslîmkirin jî dayikan dev ji gotina aştiyê bernedan. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.”    Piştre jî yek bi yek hemû namzet li ser dikê hatin vexwendin û hatin danasîn.