Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî 2024-02-09 15:07:59 ENQERE -Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got ku namzetên wan ên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne.    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî namzetên partiyê yên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li navenda giştî daxuyanî da. Dogan, di serî de bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û meşvan silav kir.    MEŞVAN SILAV KIR    Dogan, da zanîn ku dê meş heta 15’ê Sibatê berdewam bike û wiha domand: “Tecrîd ne tenê li Girava Îmraliyê û li girtîgehan heye. Mixabin li seranserî qadên jiyanê belav bûye. Lewma Dem Partî dibêje tecrîd li her derê ye. Tecrîd, her ku diçe mezin dibe û Tirkiye dîl girtiye. Jiyaneke nû li tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Lewma em jî meşvanên azadiyê yên li dijî vê rewşê dimeşin silav dikin.”    Bi domdarî Dogan, namzetên partiyê yên 16 bajarên mezin, 40 bajar û 3 navçeyan eşkere kir. Dogan, namzetên Stenbolê jî eşkere kir ku her kesî zêde mereq dikir. Dogan, da zanîn ku Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî namzetên wan ên Stenbolê ne.    ‘RÊYA ME RÊYA SÊYEMÎN E’    Bi domdarî  Dogan wiha got: “Sekn û zimanê me yê îdeolojîk û polîtîk ne dişibe yê statukoparêzan ne jî restorasyonparêzan. Stratyejiya me ya Rêya Sêyemîn, xeta me ya esasî ye. DEM Partî xwe weke partiya têkoşîn û muzakereyan dibîne. Ev rê di heman demê de rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li dijî xespa qeyûma xwedîderketina li vîna gel û rêya xwedîderketina li ked, pariyê nan, jiyan û azadiya gelan a li hemberî nelirêtî û rizîbûnê ye.    REST AN JÎ JEST NÎNE    Em di ferqa berpirsyartiya xwe de ne. Ji destpêka pêvajoyê heta niha me hemû vebijêrk nirxandin. Anku li ser hemû vebijêrkên ku em bi hev re qezenc bikin sekinîn. Em xwedî îdia ne û dibêjin ‘Dem hat dê dewran bigere.’ Em tevgereke xwedî tecrûbe ne ku tu kes nikare me di navbera du vebijêrkan de asê bike. Dema em biryarên xwe didin em ne ji bo ku ji hinekan re bibe jest an jî ji hin kesan re rest didin. Her tişt bi eşkereyî li pêş çav e.    EM PARTIYA TÊKOŞÎN Û MUZAKEREYAN E    Em careke din bi bîr dixin ku em partiya têkoşîn û muzakereyan e. Em siyaseta xwe jî ji bo gelan, wekhevî, edalet, azadî, aramî û şertên baş ên debarê yên gel dikin. Hewldana me ji bo wê ye ku gel bêhtir xwe azad hîs bikin û di nava aştiyê de bijîn.”