DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir 2024-02-20 17:26:50   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de amadehiyên xwe lezandin.  DEM Partî îro li gelek navendan bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir.    WAN: LI 3 NAVÇEYAN VEKIRINA BUROYAN   DEM Partî li navçeyên Elbak, Payîzava û Westanê buroyên hilbijarinê vekir. Li gel namzetên hevserokên şaredariyê, gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. Namzetên hevserokatiyê di têkotina navçeyê de ji hêla gel ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre girse derbasî buroyê ku dê bihata vekirin bû. Piştî vekirina buroyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin, govend hatin gerandin.    Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axaftinek kurt kir û wiha got: “Di serî de polîtîkayên qeyûman, em ê tevahiya polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bidin dawîkirin.”   Di navçeyên Payîzava û Westanê jî bi girseyî buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Namzeta Hevşaredariya Payîzavayê Mukaddes Karakoç di vekirina buroyê de axivî. Karakoç destnîşan kir ku ew ê projeyên xwe yên ji ber tayînkirina qeyûman nîvcoyî mane temam bikin û wiha got: “Em naxwazin êdî keda vî gelî ji hêla qeyûman were talankirin. Em soz didin ku dê tim li cem gelê xwe bin.”   Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Tahîr Ertaş jî da zanîn ku ew ê bi gel re bajêr bi rê ve bibin û wiha axivî: “Em ê girîngiyê bidin piştevaniya projeyên sewalkariyê. Em ê ji bo qada pîşesazî û kar xurt bikin xebatan bidin meşandin. Em gelek caran bi ser ketin, me qezenc kir. Em ê dîsa bi ser bikevin, êm ê dîsa qezenc bikin.”    BERTEKA TECRÎDÊ    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Dixwazin ku tecrîda bêhiqûqî ya ser birêz Ocalan were rakirin, azadiya wî were pêkanîn û çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin. Ev daxwaza wan, daxwazeke mafdar e. Pêdiviya me bi aştiyê heye. Gel pir êş kişandin, gelek xwîn herikî, kezeba dayikan şewitî. Êdî bes e. Pêdiviya gelê me bi şer û tecrîdê nîn e. Pêdiviya wan bi aştî, müzakere û bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan kurd heye.”     Gel, dema ku Zeydan diaxivî gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    LI WESTANÊ VEKIRINA BI COŞ    Girse piştre ji bo vekirina buroyê derbasî navçeya Westanê bû û di têketina navçeyê de bi dahol û zirneyê û gerandina govendan hate pêşwazîkirin. Piştre gel bi konveyeke dirêj a erebeyan derbasî navenda navçeyê bû. Girse ji navenda navçeyê heya buroyê meşek li dar xist. Namzeta hevşaredariya Westanê Kubra Akti destnîşan kir ku ew ê bi temsîliyeta hevpar şaredariyê bi rê ve bibin û got: “DEM hûn in, DEM em in. Em ê xwe, gelê xwe, axa xwe biparêzin.”    Namzetê Hevşaredariyê Ruknettîn Hakan jî da zanîn ku ew ê binesaziya herêmê sererast bikin. Hakan diyar kir ku ew ê bi feraseta jinê şaredariyê bi rê ve bibin û got ku projeyên wan ên derbarê ciwan, astengdar û zarokan jî hene.    Piştî axaftinan bi coşeke mezin buro hate vekirin. Dîsa di bajarokê Xoşeba navçeya Payîzavayê jî buroya hilbijartinê hate vekirin.    SERÊKANIYÊ    Rêxistina DEM Partiyê ya Serêkaniyê buroya xwe ya ewil a hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, namzetên hevşaredariyê yên Serêkaniyê Rehşan Yazar û Ûgûr Kahraman, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî û poşiyên xwe yên bi kesk û sor û zer li qadê cihên xwe wergirtin. Ciwanan li qadê pankarta “Yê bi rê ve dibe tu yî, spas ji qudreta te re” vekirin.    Girseyê ji avahiya rêxistina navçeyê heta cihê buroya hilbijartinê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meş li dar xistin. Vekirina buroyê ya bi hezaran kes tev li bûn, bi axaftina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hîznî Kiliç dest pê kir. Namzetê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman ê pişt re mafê axaftinê wergirt wiha got: “Avakirina bajarekî ku mirov bikare bijî û bidawîkirina rantê deynê stuyê me ye. Em ê rê nedin kesên cihekariya etnîkî dike. Em ê şaredariya xwe bi jinan, xwendekaran û ciwanan re bi rê ve bibin. Em ê şaredariya gelan ava bikin.” Namzeta Hevşaredariyê Rehşan Yazar jî diyar kir ku ji bo dawiyê li rantê bînin hatine û got: “Em ê bi hev re jiyanê ava bikin.”   SANCAR: EM Ê SERBIKEVIN    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar ê pişt re axivî jî wiha got: “Em ê li Serêkaniyê serbikevin. Vîneke xurt a ku li vir derkeve holê dê li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bibe gaveke mezin. Ji Rojhilata Navîn heta Rojava dê bibe têkoşîna anîna aştî û wekheviyê. Neteweya demokratîk, şaredariya gelparêz û rêveberiya wekhev li benda me ye. Em ê bi hev re serbikevin. Em ê bi hemû nasnameyên kurd, ereb û tirk ên li vir dijîn vê pêk bînin.”   TURK TECRÎD DESTNÎŞAN KIR   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku bi serkeftina DEM’ê re de gelê welatparêz serbikeve û wiha got: “Li dijî zext û zilma dewlet û desthilatê gelê kurd carekê jî serî netewand. Bajêr an jî navçe ferq nake hilbijartinên herêmî ji bo me girîng in. Lê siyaseta me li dijî kesên hewl didin gelê kurd ji holê rakin siyaseta gotina ‘em weke gelê kurd li vir in e’ ye. Doza me doza azadî û demokrasiyê ye. Hilbijartiyên gelê kurd îro di girtîgehan de ne. Beriya her tiştî îro li ser birêz Ocalan polîtîkayeke tecrîdê ya giran tê meşandin. Li dijî vê li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Em hemû hevalên me ji vir silav dikin.”   Piştî vekirina buroyê girseyê demekî dirêj bi stranên kurdî yên hatin gotin govend gerand.    LI ÇERMÛG Û ŞANKÛŞÊ START HATE DAYÎN    DEM Partiyê li navçeya Çermûg a Amedê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariyê yên Çermûgê, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Amedê û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajêr Mehmet Şirîn Gurbuz tev li bû. Namzetên ku li navçeyê bi konvoyê hatin buroya hilbijartinê bi tîlîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Li qada ku govend lê hate gerandin, dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    Hevserokê DBP’a Bajêr Mehmet Şirîn Gurbuz ê di vekirinê de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û wiha got: “Em ê li Çermûgê gund bi gund, kolan bi kolan, cade bi cade bigerin û ji destê dizan bigirin û bidin gel. Em ê gelê Çermûgê li Meşa Azadiyê zêde bikin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin.”   Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Serra Bûcak jî wiha got: “Çermûg a ji aliyê pergalê ve tê birêvebirin esas nayê birêvebirin. Qeyûm hatin tayînkirin pişt re vîna azad a vî gelî hate xespkirin. Em jî dê Çermûgeke ku bikarin lê bijîn ava bikin. Dê teqez Çermûg serbikeve, dê teqez gelê me serbikeve.”   Piştî vekirinê serdana dikandaran hate kirin û danasîna namzetan hate kirin.    Girseya pişt re bi konvoyê derbasî Şankûşê bû di çarçoveya xebatên hilbijartinê serdana dikandaran kir.    Serra Bûcak a pişt re axivî wiha got: “Dixwazin me mexdûr bikin lê em li aliyê li dijî vê derdikevin disekinin. Em weke Şaredariya Bajarê Mezin dixwazin ji bo Şankûşê xebatan bikin.”