Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin 2024-02-26 17:06:35   MÊRDÎN - Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan navçe bi navçe tev li hevdînên gel bû û anî ziman ku ew di şandina qeyûman de bi biryar in.    Hevdîtinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dane destpêkirin li navçeyên Şemrex, Artûklû û Mehsertê yên Mêrdînê berdewam kirin. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û şandeya pê re piştî navçeya Dêrikê, derbasî Şemrexê bûn. Bakirhan li vê derê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Welatiyên bi alên kesk û sor û zer, li pêşiya buroya hilbijartinê kom bûn. Demekê welatî stran gotin, govend gerandin.   Bakirhan berî ku buro were vekirin axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê adarê de feraseta ku qeyûman tayîn dike mehkûm bikin. Bakirhan û şandeya pê re piştre ji bo vekirina buroya hilbijartinê derbasî navçeya Artûklûyê bûn. Bakirhan li vê derê axaftineke kurt kir. Bakirhan di axaftina xwe de balê kişand ser kirinên qeyûman. Piştî axaftinê buro hate vekirin û Bakirhan ji bo serdanê çû Nobeta Edaletê ya di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê tê domandin.    MEHSERT    Bakirhan piştî serdana nobetê derbasî navçeya Mehsertê bû. Bakirhan di ketina navçeyê de bi konvoyeke wesayîtan hate pêşwazîkirin. Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser avahisaziya berovajî hatiye kirin. Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan anî ziman ku Şaredarê Mehsertê avahiyê şaredariyê weke avahiyê navçeya bi kar tîne û wiha got: “Li vê derê, qeymeqam, fermandar, polîs û leşker, herwiha Miftiyê Mehsertê jî ji bo şaredarê AKP’ê dixebite. Miftiyê ku di navçeyê de nûnertiya olê dike, propagandaya partiyê dike. Em ji wan bêhtir xwedî bawerî ne, serê wan li ser sicadê, destên wan li hewayê ne lê belê di aqlê wan de fêlbazî heye.   Dema me Şaredariya Bajarê Mezin stend, em ê bi derfetên şaredariyê kêmaniyên li vê derê çareser bikin. Heke hûn bixwazin ji malbata Altindag yekê hilbijêrin, ha ji we re Fîgen Altindag. Fîgen Altindag dê bi Mehmet Şah re Omerliyê bigihînin cihê ku heq dike.”    Piştî axaftinan buro hate vekirin.