Hilbijartina Iraqê bi dengdayînan didome 2018-05-12 12:03:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li paytexta Iraqê Bexdayê dengê xwe da. Dema deng avêt sindoqê got: “Hilbijartin gelek girînge û wê pêşeroja me diyar bike.”   Li tevahiya Iraqê saet di 07.00’an de hilbijartina parlementoya Iraqê dest pê kir. Hilbijartin bi tevlêbûnek zêde didome. Serokên partî, lîste û koalîsyonan û rayedarên Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li bajarên cûda cûda deng didin. Serokwezîrê Iraqê û di heman demê de Serokê Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî jî li Bexdayê dengê xwe da. Ebadî piştî deng da, peyamek da çapemeniyê û got: "Wê hilbijartinên parlementoyê pêşeroja Iraqê diyar bike. Hilbijartin girîngin û pêşeroja Iraqê diyar dike. Divê hemû hilbijêrên li Iraqê îro biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”