Li Meclisê pirsa 'Kurdistan’ê 2017-10-14 12:47:00 ENQERE – Di demên dawî de li Meclisa Tirkiyeyê peyva "Kurdistan"ê ji ber ku şaş tê gotin, Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan bi pirsnûmeyekê xwest "Şaşî bê sererastkirin". Ev demek e peyva "Kurdistan"ê şaş tê gotin û bi vê şaşiyê di girtekên komîsyon û Lijneya Giştî ya Meclisê de tê nivîsîn. Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan xwest xeletiya nivîskî bê sererastkirin û peyva "Kurdistan"ê wekî xwe bê nivîsandin. Botan aşkera kir ku ev xeletî di heman demê de li dijî rastnîvîsîna Lijneya Ziman a Tirk (TDK) e jî.   Di pirsnûmeya ku Botan da Serokê Meclisê de mijar anî rojevê, xwest girtek dîsa li ber çavan re bên derbaskirin û erdnîgariya ku herî zêde kurd li ser dijîj peyva "Kurdistan"ê li gorî rêbazên rastnivîsê bê sererastkirin û di girtekan de rast binvîsin.   Botan ji bo Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman biberisivîne jî pirs nameyek jî da. Di heman pirsnameyê de pirsa gelo ev peyva "Kurdistan"ê ya ku şaş hatiye nivîsîn, xeletiyek e an na û xwest ev xeletî bê sererastkirin.