Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir 2024-08-20 13:23:26   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li navçeya Torbaliyê serdana karkerên demsalî û cotkaran kir.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Nan û Dadê” de li navçeya Torbaliya Îzmîrê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî û cotkaran kir. Karker û cotkaran bi lêdana çepikan û fîkandinê Bakirhan û şandeya pê re pêşwazî kirin. Bakirhan li gel karker û cotkaran sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir.        KARKER Û COTKAR JÎ BI GILÎ Û GAZIN IN    Karkeran gilî û gazincên xwe ji Bakirhan re vegotin û anî ziman ku ew di nava çerxa krîza aborî û bihabûnê de mane û yewmiyeyê ew heq dikin nagirtin. Cotkaran jî gilî û gazincên xwe anîn ziman û gotin kar û zirara wan hev dernxe.    BAKIRHAN: EM Ê PIRSGIRÊKÊN WE BIBIN ROJEVA MECLISÊ    Bakirhan ê ku li karker û cotkaran guhdar da zanîn ku li her deverê karker û cotkar ketine nava rewşek perîşaniyê û ew jî li dijî vê pergalê têdikoşin. Bakirhan got armanca serdana wan ew e ku pirsgirêkên karker û cotkaran bibin rojeva Meclisê û Tirkiyeyê.    ŞANDE ÇÛ HERÊMA ŞEWATÊ    Bakirhan di nav zeviya îstoan de kêliyekî li gel karkeran îsto berhev kirin. Bakirhan û şandeya pê re paşê ji vir berê xwe dan herêmên şewatê yên li navçeya Karşiyakayê û Bayrakliyê û dê serdana welatiyên mexdûr bûne bikin.