HDP dê damezrandina xwe ya 5’emîn pîroz bike 2017-10-14 12:50:54 ENQERE – HDP dê salvegera damezrandina xwe ya 5’emîn sibê li Stenbolê bi şahiyekê pîroz bike.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê salvegera damezrandina xwe ya 5’emîn li Stenbolê pîroz bike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlementer û rêveberên HDP’ê beşdar bibin. Şahî dê saet di 15.00’an de li Navenda Çanda Akatlar a MKM’a Beşîktaşê bê lidarxistin.    Kemalbay û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin Ahmet Turk dê di şahiyê de biaxivin. Her wiha dê sînovziyonek ku xebatên HDP’ê ji roja hatiye damezrandin heta îro vedibêje bê pêşandan û hunermend bistirên.