Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe 2017-10-15 15:52:24 ENQERE - Hêzên muxalif têkildarî niqaşên nava AKP'ê, rewşa AKP'ê wekî Keştiya Noqî avê dibe pênase kirin. AKP dixwaze kesên wekî westiyayî îstîfa bike. Kesên li dijî îstîfayê di ber xwe didin jî li djî wan ji nava AKP'ê dengê “qeyûm" bilind dibe.  Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan di çarçoveya amadekariya hilbijartina 2019'an de dixwaze AKP’ê ji nûve îstîf bike û dest bi guhertinan dike. Erdogan piştî got "Westîna Metal heye. Pêdivî bi nûkirinê heye" dest bi guhertina serokên bajaran û şaredaran kir. Hin şaredar li dijî vê yekê di ber xwe didin. Niqaşa îstîfayê ya di nava AKP'ê de belav dibe. Yek ji sazumankarê AKP'ê Dengir Mir Mehmet Fırat ku 8 salan di nava AKP'ê de di asta jor de rêveberî kir, piştî nakokiyên nava AKP'ê îstîfa kir û derbasî HDP'ê bû. Mehmet Firat diyar kir ku di nava AKP'ê de Westîna Metal tune dijberî vê yekê rizîna metal heye û wiha got: "Ger ku di AKP'ê de guhertin çê bibe divê ji jor de çê bibe.    Hêzên muxalif yên li dijî AKP'ê jî rewşa AKP’ê wekî keştiya noqî avê dibe û av diçe hundirê wê pênase kirin. Muxalif diyar kirin ku AKP keştiya wê ya diçe navê giraniyan derdixin ku noqî avê nebe. Parlamentere HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, diyar kir ku Erdogan dibîne ku keştiya wî noqî avê bûye û av diçe hundirê wê. Ayhan, anîbû ziman ku ger giraniyê wê derxe û dîsa nikaribe rizgar bike dê her tiştî ji keştiyê bavêje.    Pişti gotina Erdogan a "Metalên westiyayî" dest bi guhertina hevserokên bajar û navçeyan kirin. Piştî ku bi wê jî nehat ser dest bi guhertina şaredraê Stenbolê û şaredarên bajarên din kirin. Ewil Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş guhert. Niha şaredarê Enqereyê Melih Gokçek û hun şaredarên din di rojevê dene. Li ser pirsên rojnamegeran Erdogan got "Dibe ku îstîfaya xwe nexwestibe, lê nayê wê wateyê ku îstîfa neke. Li gel ku bi salan li dijî Gokçek nerazîbûnek heye jî ji ber dengê Gokçek zêde ne, hin têkiliyên wî "Yên qirêj" wêrekiyek xurt dernakeve pêş.  Piştî Erdogan û Gokçek li Qesrê hatin cem hev û dîsa Gokçek îstîfa nekir, hat diyar kirin ku Gokçek li dijî îstîfayan di ber xwe dide. Hin çavkaniyên nezî AKP'ê diyar kirin ku Gokçek pêşniyar li ber çavan nagirtine. Rojnameyan diyar kirin ku ger zor lê bê kirin dê Serbixwe şaredariyê bi rêve bibe û ji ber vê yekê Wezîrê Karên Hundir dê dest bi lêpirsîne bike û li şûna wî "Qeyûm" tayîn bike.