Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe 2017-10-15 18:17:39 STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi peyamekê salvegera partiya xwe pîroz kirin. Demîrtaş di peyama xwe de ev tişt got: "Dema HDP bê 10 saliya xwe hûn bibînin. Bimeşe HDP rêya te vekirî be. Tuyê teqes bi ser kevî. Başe ku tu heyî. Salên te zêde bin..." Fîgen Yuksekdag jî aşkera kir ku ew deyndarên hemû pêşengên li cîhanê ne û dê bi hêzê mezinbûnê bi ser kevin. Di 5'emîn salvegera HDP'ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nameyek şand û ev tişt anî ziman: "Erdnîgariya me ya ku di lîçoqa nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê de xeniqiye, HDP wekî stêrkekî dibiriqe, ne tenê îro, dê mohra xwe li siyaseta pêşerojê ya Rojhilata Navîn bixe. Dê mafê gelên bindest, çîn, nasname û xwezayê, dê hiqûqê biparêze; dê li gel bindestan pergalekê ava bike, li dijî faşîzmê li her derê bi wêrekî li ber xwe bide û desthilatdariya gel ava bike."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5'emîn salvegera xwe li Navenda Çandê ya Mustafa Kemal a li Akatlara Beşîktaşê pîroz dike. Di şahiyê de bi sedan kes amade bûn, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nameyek şand. Nameya Demîrtaş Sirri Sureyya Onder xwend.   Demîrtaş di nameya xwe de aşkera kir ku HDP berî ku bê 20 saliya xwe ji hemû zext, pêkûtî û jehriyên desthilatdariyê re rû bi rû maye û aşkera kir ku ruxmê hemû êrîşan jî 5 salên xwe teman kiriye û wiha got: "Hêj HDP dema hat 10 saliya xwe hûn wê bibînin. Bimeşe HDP rêya te vekirî be, em hemû bi dil û can û hezkiriyên xwe bi te re ne. Tuyê TEQES BI SER KEVÎ."   'EM DEYNDARÊN PÊŞIYÊN XWE NE'   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyamek şand.   Yuksekdag bi gotina " Dostên û hevrêyên hêja" dest bi peyama xwe kir û ev tişt got: "Ez salvegera partiya me bi dil û can pîroz dikim û bi hezkirinê we hembêz dikim. Me 5 salên têkoşînê li pey xwe hişt, lê kevneşopiya partiya me bi vê re ne sînor e. HDP hebûna xwe deyndarê hemû kesên li ku dera cîhanê dibe bila bibe, deyndarê serhildêran e. Em hebûna xwe deyndarê Spartakusan, Pîr Sultan Abdalan, Kawayên hemdem, Rosa Luxemburg, Paramaz Sarkisyan, Dayika Zarîfe, Mustafa Suphî, Mahîr, Denîz, Îbo û Mazlum Dogan, Behîce Boranan û ev dirêj dibe…"   Yuksekdag got ku heke hûn dixwazin cudahî di kudeye bibînin, li HDP'ê mêze kin û wiha pê de çû: "Di vir de cudahiya mirovahiyê hey; di vir de cudahiya ked, wekhevî, azadî, têkoşîn û berxwedanê heye. Di vir de dema em bibin yek dê hêza mezinbûnê derkeve holê."