Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin 2024-12-12 14:55:01 ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Em ê li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em ê vê berxwedanê bi tenê nehêlin.”  Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Meclisê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.    Parlamenter Ozgul Sakî bertek nîşanî êrişan da û wiha got: “HTŞ û SMO serê mirovan jê dikin û jinan li bazarên koleyan difiroşin. Banga me ji bo hemû derdorên demokratîk ew e ku xwedî li Rêveberiya Xweser a Rojava derkevin.”    XEYALA TOKÎ’YAN A LI SER KOMKUJIYAN   Bi domdarî Ozgul Sakî anî ziman ku Tirkiye hewl dide bi rêya SMO’yê herêmeke tampon ava bike û vê rewşê eleqeya xwe bi bûdçeyê heye. Ozgul Sakî, wiha domand: “Tirkiye hewl dide di bin hêzên emperyal ên mezin, bibe welatekî biçûk ê emperya. Ji ber ku Tirkiyeyê li vir krîz kûr kir. Krîza xwe kûr kir û niha jî li wir xeyala TOKÎ’yan a li ser komkujiyan çêdike.”    'LI ŞÛNA KURDAN BI ÇETEYAN RE TEVDIGERE’    Parlamentera Amedê Sevîlay Çelenk jî bertek nîşanî polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê da û ev tişt anî ziman: “Tu siyaseteke Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê nîne. Tenê li gorî rewşê tê kaşkirin. Di nava vê kaşkirinê de kesên serê mirovan jê dikin, îşkencekar û yên leşkerên tirk zindî şewitandin ji xwe re weke gef nabîne. Lê belê li dijî hêzên demokratîk şer dike.”   ‘EM Ê LI CEM BERXWEDANÊ BIN’   Sevîlay Çelenk, da zanîn ku tevî êrişên DAIŞ, SMO, Tirkiye û komên din ên paramîlîter jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zanîngeh hatine avakirin û têkiliya van zanîngehan bi zanîngehên Ewropayê re heye. Sevîlay Çelenk, axaftina xwe wiha qedand: “Zanîngeha Rojava ku mufredata xwe li gorî ya Zanîngeha Saînt-Denîs Parîs 8’ê û Enstîtûya Xebatên California Integralê amade kiriye, tevî van êrişên hovane jî perwerdeya xwe domand û li wir şoreşeke jinê pêk anî. Tu gefên hêzên demokratîk ên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser li ser Tirkiyeyê nînin. Em ê li cem vê berxwedanê cih bigirin û vê berxwedanê bi tenê nehêlin.”