Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin 2017-10-16 10:15:53 KERKÛK - Cîgirê Sekreterê YNK'ê Kosret Resûl Elî têkildarî rewşa Kerkûkê diyar kir ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin û got; "Em ê bi tu rengî êrîş nekin. Em naxwazin ji şer re bibin pêşeng, lê em ê parastinê bikin. Cîgirê Sekreterê YNK'ê Kosret Resûl Elî têkildarî rewşa Kerkûkê peyamek weşand. Resûl diyar kir ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin û got; "Em ê bi tu rengî êrîş nekin. Em naxwazin ji şer re bibin pêşeng, lê em ê parastinê bikin." Di peyama Kosret Resûl Elî de wiha tê gotin; "Mixabin hêzên Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin. Em hemû aliyan piştrast dikin ku pêşmergeyên me yên qehreman li Kerkûkê ne. Bergiriyê dikin. Bi tu rengî em ê êrîş nekin. Em naxwazin bibin pêşengê şer. Lê em ê parastinê bikin. Emê rê nedin êrîşa li ser Kerkûkê. Em daxwazê ji xelkê xwe yê qehreman û têkoşer ên Kerkûkê dikin ku hevkarên hêzên polîs û asayîşê bin. Ji bo baştir bikarin parastina rewşa nav bajar bikin."   Cîgirê Sekreterê YNK'ê Kosret Resûl Elî bi hêzekê li Kerkûkê ye.