Tuncel: Êdî dem dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz e 2017-10-19 09:20:07 AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin û wiha got: “Wek a ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.    ‘DIVÊ JIN ÊDÎ PERGALA XWE WEKHEV Û AZADÎXWAZ AVA BIKIN’   Tûncel, diyar kir ku krîza pergala modernîteya kapîtalîst bandorê li ser hemû mirovahiyê dike, lê belê herî zêde jî bandorê li jinan dike. Tuncel, dest nîşan kir ku jixwe sedemeke sereke ya krîza pergalê jî tunekirina jinê ye û hevsengiya wekheviya jin û mêr bike para mêr. Tuncel, anî ziman ku di vê pergalê de qadek tune ye ku jin bêhna xwe bistîne û jiyana xwe bi awayekî azad îdame bike. Tuncel got ku ji bo avakirina pergaleke civakiyî ya azadîxwaz, wekhev û ekolojîk li hemberî pergala heyî têkoşînek heye. Tûncel diyar kir ku divê li hemberî êrîşên pergala heyî jin li ber xwe bidin û wiha got: “Wek mînaka Şoreşa Rojavayê ya ku divê bê kirin ew e ku li dijî pergalê pergala demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz bê birêxistinkirin.”    Tuncel, dest nîşan kir ku ji bo vê yekê jî divê torên piştevaniyê yên navnetewî bên avakirin û wiha got: “Ev xebat zaf biqîmet in, lê belê li gor min divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin. Wek ya ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”   ‘BI PÊŞNIYARÊN OCALAN JIN DI WARÊ BÎRDOZÎ DE SERKETINEK MEZIN BI DEST XISTINE’   Tuncel diyar kir ku ev pirsgirêkên ku wê li jor behs kirine, jinên kurdistanî jî bi wan re rû bi rû ne, lê belê di warê têkoşînê de siûda herî mezin a jinên kurd ew e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê azadiya jinê de di civaka Kurdistanê de guherîn û veguherînek çê kiriye û wiha domand: “Ev yek di têkoşîna jinê de, ji bo jinan rihetiyek peyda kiriye. Jinên kurd di warê bîrdozî, polîtîk de serketinek mezin bi dest xistine. Lê belê hîn jî di warê civakîbûyîna xeta azadîxwaz a jinê de pirsgirêkên me yên cidî hen.”   Tuncel, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd ji bo jinên cîhanê dibe mînak û wiha got: “Gotina Serokê Xwesiriyê yê Katalonyayê ku got ‘Em berxwedanê ji kurdan hîn dibin’ bi ya min zaf girîng e. Bi taybetî jî jin û ciwanên ku li Rojavayê ji bo mirovahî û gelên Rojhilata Navîn li ber xwe didin, bandoreke mezin li ser gelên cîhanê kiriye û ev yek cihê hêvî û kêfxweşiyê ye. Ya ku ev hêvî peyda kiriye jî xeta ekolojîk, jin û azadiyê bi xwe ye.” Tuncel, anî ziman ku îro berxwedana jinên kurd ku ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê  ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham. Tuncel diyar kir ku bi taybetî berxwedana jinên kurd a piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê li hemû cîhanê bûye cihê hêviyeke mezin.    Tuncel, balê kişand ser tayînkirina qeyûman û êrîşên qeyûman ên li ser destketinên jinan û wiha got: “Qeyûm pêşî berê xwe dan destketinên jinan. Ev ne tesaduf e. Qeyûmên ku nûnerên pergala serdest a nêrza ne û hevkarên îktîdara siyasî ne xeta me ya azadiya jinê hedef girtine û saziyên jinan girtine. Lê belê bi girtina saziyan û dagirkirina avahiyên şaredariyan daxwazên jinê yên azadî û wekheviyê ji holê nehatine rakirin. A rast bi sepandinên qeyûman careke din derket holê ku ka ev çi qas girîng e.”    ‘PÊDIVÎ BI YEKÎTIYA JINAN HEYE’   Tuncel, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî jinan êrîş hene û ev tişt gotin: “Di vê rejîmê de cihê jina azad tune ye. Tê xwestin ku civakeke zayendparêz, netewperest, mîlîtarîst bê afirandin. Ji perwerdehiyê heta tenduristiyê, ji çandê heta gavên din hemû jin li gor vê zemîna bîrdozî tên sererastkirin. Vê feraseta ku jinê wek koleyan dibine, li kuçeyê, li mînîbusê, li Meclîsê her roj derdikeve pêşberî me.” Tuncel, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê jinên sosyalîst, femînist, aktivîst nîqaş û nanokiyên xwe deynin kêlekekê û li hemberî êrîşên li dijî hebûn û azadiya jinê bên gel hev û piştevaniyê xurt bikin. Tuncel wiha got: “Ji her demê bêtir niha pêdivî bi yekîtiya jinê heye. Têkiliya bi tevgera jina azad a kurd re hatine danîn, divê zemîna tifaqa têkoşîna hevpar bê zêdekirin. Careke din hewce ye ku hemû jin û tevgerên jinan hay ji vê rastiyê hebin. Êrîşa li dijî ked û desteketina jinekê, li me hemûyan tê kirin.”    Tuncel ji bo, erka marbirînê ya miftîtiyan jî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo berbelavkirina zewaca di temenê biçûk û pirzewaciyê de her roj sepandinên nû dikevin rojevê. Niha jî erka marbirînê didin miftîtiyan. AKP bi vê qanûnê dixwaze ji dêvla dewleteke huqûqê û demokratîk huqûqa şerîatê esas bigire.” Tuncel dest nîşan kir ku li hemberî îtaata mêr û dewletê helbet çareya jinê heye û wiha got: “Tevî hemû zext û zoriyan jî heke jin ji van pêkanînan re dibêjin ‘na’ û li kuçeyan dengê xwe bilind dikin, nexwe têkoşîna jinê têkoşîneke zaf qîmetdar e.”    Tuncelî dest nîşan kir li dijî êrîşan kampanyayên HDP û TJA’yê jî hene û wiha got: “Kampanyayên ji aliyê TJA û meclîsa jinê ya HDP’ê hatine destpêkirin ji bo azadiya jinê, ji bo bidawîbûna şerê li gelan tê ferzkirin, ji bo bidawîbûna polîtîkayên mîlîttarîst û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ew kampanya ne ku hevdu temam dikin.” Tuncel diyar kir ku di warê civakîbûna xeta azadiyê ya jinê û rêxistinbûyîna wê de ev kampanya firsendeke girîng in.    Her wiha Tuncel ji bo Fakulteya Jineolojiyê ku li Rojavayê hat avakirin jî ev tişt gotin: “Avakirina Fakulteya Jîneolojiyê ji bo sazîbûyîna pergala jinê, pêkanîna xebatên zanistî û akademîk û ji ber ku dê ev destketin li hemû jinên cîhanê belav bibe destketineke dîrokî ye. Mesele tenê ne vekirina fakulteyekê ye, wê ev yek careke din jinê vegerîne ser koka xwe ya berê. Wê heqîqeta ku heta niha ji aliyê pergala serdest a nêrza ji civakê hatiye qutkirin careke din xwe bigihîne civakê û wê dîroka jinê ya hatiye tunekirin careke din bi perspektîfa bîrdoziya jinê esas bê girtin.”    Tuncel, der bar rewşa girtîgehan de jî dest nîşan kir ku bi taybetî li girtîgehên nû hatine vekirin bi awayekî zêde binpêkirinên mafan xwe didin der. Tuncel, anî ziman ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên wek Xarpêt, Wan, Tarsûs û Alanyayê girtiyên polîtîk li ber xwe didin û zilma tê kirin teşhîr dikin. Tuncel, diyar kir ku tenê têkoşîna girtîgehan têr nake, divê tevî malbatan hemû civak li dijî van derhuqûqiyan raweste û binpêkirinên mafan, tecrîdê teşhir bike. Tuncel wiha got: “Pêvajoya li pêş me wê bibe pêvajoyeke afirandina ‘kincên yektîp’, ‘mirovên yektîp’. Kesên di girtîgehan de divê bi awayekî hevwext li dijî van sepandinan tev bigerin. Bi vê munasebetê bang li hemû gelê me dikim ku li hemberî pêkanînên li girtîgehan hesas bin û bi hestiyarî tev bigerin.”    MA / Semra Turan