HDP dê li Amedê mîtînga aştiyê pêk bîne 2018-08-22 12:38:42   AMED – Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi diyar kir ku dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de mîtînga aştiyê pêk bînin. Çamçi, da zanîn ku dê di mitîngê de bixwazin ku tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi minasebeta Cejna Qurbanê bernameya pîrozbahiya cejna gel pêk anî. Bername li avahiya HDP'ê ya Amedê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Selçuk Mizrakli, Dersim Dag û Remziye Tosun û gelek endam û rêveberên HDP'ê tev li bernameyê bûn. Di bernameyê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi Cejna Qurbanê ya endam, rêveber û gel piroz kir û wiha got: "Yek ji milê têkoşînê yê herî girîng moral e. Em dê kêmasiyên xwe tespît bikin û wan rast bikin. Em dê ji bo pêşeroj û zarokên xwe vê têkoşînê berdewam bikin. Em dê teqas bi ser bikevin. Em ji vê têkoşîna xwe hêz û moral distînin."    'AŞTÎ NAYÊ TECRÎDKIRIN'    Çamçi, anî ziman ku bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga aştiyê pêk bînin û wiha bi dawî kir: "Em dê di mitîngê de bixwazin ku tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dê bi hişyariya "Aştî nayê tecrîd kirin" mîtingê pêk bînin. Niha em dibînin ku êdî kes qala aştiyê nake. Bi israr polîtîkayên şer tên meşandin. Bi tecrîda ku didome hemû gelên Tirkiye winda dike."