Li HDP’ê pîrozbahiya cejnê: Bila bibe wesîleya aştiyê 2018-08-22 12:52:25         ENQERE - Partiyên siyasî bi wesîleya Cejna Qûrbanê, cejna hev pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şandeyên CHP, SP û DSP’ê pêşwazî kirin û hêvî kir ku ev cejin bibe cejna, azadî, aştî, bindest, kedkar, jin û ciwanan.   Partiyên siyasî di roja duyemîn a Cejna Qûrbanê de, çûn serdana hev û cejna hev pîroz kirin. HDP, ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê yên bi rêve dibin, neçû serdana MHP û AKP’ê. HDP’ê li navenda giştî ya partiyê, serdanên pariyên CHP, DSP û SP qebûl kirin.  Parlamentera HDP’ê ya Senbolê Huda Kaya, endama MYK’ê Aysel Guzel û Endamê PM’ê Alî Ozkan şendeyên partiyan pêşwazî kirin û cejna wan pîroz kirin. Şandeya CHP’ê destpêkê hat serdana pîrozbahiya cejê. Di nava şandeya CHP’ê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Bulent Kuşaglu, Parlamenterê Enqerê Alî Haydar Hakverdî û Seroka Baskê Jinan Fatma Kosê hebûn.      ‘HÊVIYÊN AŞTÎ Û AZADIYÊ’   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya di serdana CHP’ê axivî û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna, azadî, aştî, bindest, kedkar, jin û ciwanan. Ji bo vê em ked didin. Em dixwazin êdî pêşiya rojên xweş vebe. Pêdiviya welatê me bi yekîtî û bihevrebûnê heye. Ji ber vê divê em li ser nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bên gel hev.”   Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Bulent Kuşaglu û Parlamenterê Enqerê Alî Haydar Hakverdî jî, hevî kirin ku di cejnên hîn xweştir de bên gel hev.    'EM YEKITIYA RAMANÊ PÊŞ BIXIN'   Alîkarê Serokê Giştî yê DSP’ê Îbrahîm Yumuşak, endamên PM’ê Tugçe Tekçî û Metîn Okat jî, çûn serdana HDP’ê û Alîkarê Serokê Giştî Îbrahîm Yumuşak di serdanê de wiha got: “Ji bo partiyên siyasî cejin xwedî teybetmendiyek wiha ku me tîne gel hev. Bi bomeya cejnê  em tên gelhev. Me dixwest em ji derveyî cejnan jî bên gel hev û li ser pirsgirêkên welat û cîhanê nîqaş bikiran. Em yekitiya aqil û ramanê pêş bixin.”   'EM HÊVIYA TIRKIYEYEK XWEŞ DIKIN'   Alîkarê Serokê Giştî yê SP’ê Fatîh Aydin jî di serdana xwe de, bal kişand ser pirgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn û wiha bilêv kir: “Tirkiye di pêvajoyeke bi êşre derbas dibe. Em difikirin ku pêdivî bi hembêz kirinê heye. Divê bi awayekê ji dil em nêzî têkoşîna vê yekê bibin. Em hêvî dikin ku Tirkiyeya me xweş bibe û mirov karibin lê bijîn. Em hêvîdarin ev cejn bibe cejna azadiyan.”