Ji girtiyên siyasî peyama cejnê: Tu dûrbûn nikarin me ji hev qut bikin 2018-08-22 14:21:48   ENQERE - Girtiyên siyasî yên HDP û DBP’ê peyama Cejna Qûrbanê weşandin û gotin: “Em tim bi were ne û hûn tim bi mere ne. Dê nekarin me ji hev qût bikin. Di nava  me de dûrbûn hebe jî, em tu carî ji hev naqetin. Em ê teqez bi ser bikevin."   Hilbijartiyên girtî yên Partiya Demokrastîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) peyama Cejna Qûrbanê weşandin. Girtiyan di peyama di Rojnameya Yenî Yaşamê de hat weşandin wiha gotin: “Em hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna aştî, yekîtî û azadiya hemû gelan.”    Peyama girtiyên siyasî wihaye: "Mafê her kesê heye ku bi ziman, nasname û çanda xwe bijîn. Cejn jî ew roj in ku hesreta ji bo aştî, yekitî, azadî û jiyana wekhev a bi hev re bi awayekê xurt bê nîşandan.   Weke parçeyek ji vê têkoşîna bi rûmet û mirovahiyê, li gel dîwarê navbera me, bi heman hest, biryardarî û baweriyê em cejna we pîroz dikin.   Bi gelek mirovên ji kevneşopiya me ya siyasî, bi dostên xwe, kesayetên têkoşîna azadî û demokrasiyê, akademîsyen, rojnamevan û rewşenbîran, bi kurtasî bi deh hezaran mirov di rêveçûna walêt radibin re, em li zindanê vê cejnê pêşwazî dikin.   Di nava van şert û mercan de ku faşîzmê çar aliyên walêt kiriye girtîgeh, ne girîng e bê kê ji me li pişt van dîwaran e. Em pê bawer in ku ev dîwar dê hilweşin, aştî, azadî û yekitî bê avakirin.    'EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'   Em tim bi we re ne, hûn tim bi me re ne, wê nikaribin me ji hev cihê bikin. Em ji hev dûr jî bin, em ê tu carî ji hev cihê nebin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em hêvîdar in ku ev cejn ji bo mirovahiyê, hemû bawermendan û gelan bibe wesîleya azadî, aştî û yekitîyê.   Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Mehmet Aslan, Aysel Tûglûk, Îdrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Leyla Guven, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Ferhat Encu, Bûrcû Çelîk û Hevşaredarên girtî, Gultan Kişanak, Bekîr Kaya, Tûncer Bakirhan, Mûkkades Kûbîlay, Sadîye Suer Baran, Zulfiye Kîşmîr, Abdûlkerîm Erdem, Zeynep Sîpçîk, Leyla Salman, Îsmaîl Asî, Îpek Guneş, Sara Kaya, Sevînç Bozan, Abdûlkadîr Çalişkan, Evîn Keve, Alî Aydin, Enes Cengîz, Seferî Yilmaz, Ahmet Demîr, Sevînç Karakoç, Mehmet Emîn Ozkan, Nûrhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl, Mûstafa Bayram, Sabîte Ekîncî, Memnûne Soylemez, Halîs Coşkûn, Firat Ozturk, Delal Tekdemîr, Mûrat Rohat Ozbay, Fîgen Yaşar, Mehmet Fazil Turk, Rezan Zûgûrlî, Gûrbet Tekîn, Huseyîn Kiliç, Felemez Aydin, Îhsan Ugûr, Zeynel Taş, Rahmî Çelîk, Dîba Keskîn, Dîlek Hatîpoglû, Nûrûllah Çîftçî, Zeynel Han Bîngol."