Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê 2018-08-24 16:26:32   ENQERE – Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn got: “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re hem kûr dibin û hem jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aborî de zêde dibe.”    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bi Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Milî Hulusî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Putîn der barê hevdîtinê de daxuyanî da û got: “Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re hem kûr dibin û hem jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aborî de zêde dibe.”