Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin 2018-08-27 13:50:25   STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê ku der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de parêzerên Ocalan ziyaret kirin hevdîtina vekirî pêk anîn. Hevserokên HDP'ê piştî piştî ziyaretê dê li ber buroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelaen (HDP) Pervin Buldan û Sezaî Temellî Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kirin. Hevserok û wekîlên HDP’ê Zuleyha Gulum, Ebru Gunay, Erol Katircioglu, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî hevkariya ziyaretê kir. Endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez û Rezan Sarica heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Heyetê bi parêzerên Ocalan re hevdîtina girtî pêk anî. Heyet piştî ziyaretê dê li ber buroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.