Bîlgen mijara efoyê nirxand: Pêwîstî bi reformek çareseriyê ya darazê heye 2018-09-26 13:19:15   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, derbarê afoya MHP’ê ya pêşkêşî Meclîsê kir de axivî û got: “Ger hemû partî di vî warî de cîdî bin, bi nirxe û em wan dawetî reformek çareseriyek mezin a di darazê de dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkek evqas kûr, pêwîstî bi reformek darazê û edaletê heye.”    Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, li Meclîsê civîna çapemeniyê li darxist û mijarên di rojevê de nirxand. Bîlgen, derbarê pêşniyara afoya “Berdana bi kontrol û daxistina ceza” ya MHP’ê bir Meclîsê de axivî.    Bîlgen, diyar kir ku li Tirkiyeyê derbarê edaletê de pirsgirêkên cîdî hene û wiha got: “Bêguman ew erka siyasetê heye ku pirsgirêkên civakî bibîne û ji bo çareseriya wan bikeve nava liv û tevgerê. Ji ber vê yekê ne pêkane ku saziya siyasetê vê daxwazê ji nedîtî ve bê, lê divê bi awayekê rast pirsgirêk bên analîzkirin û tespîtên rast bên kirin, da ku ji bo çareseriyê jî gavên rast bên avêtin. Di hinceta pêşniyarê de gelek tespîtên balkêş hene. Weke ku faîlên vê pirsgirêkê tunebin, nêzîkatiyên teredût hene. Daraza Tirkiyeyê di navbera salên 2006 û 2016’an de ku rastî mekanîzmayên bêmaf, delîlên şaş avakirin, sûcdarî û xapandinê hatibe, wê demê divê tenê mexdûr neyên sûcdar kirin. Kesên win kirin jî divê bên sûcdar kirin. Di vir de dubendî nabe.”   ‘ASTA HIKÛMXARAN XELASBÛNA EDALETÊ DIDE NÎŞANDAN’    Bîlgen, anî ziman ku li welatekê asta hikûmxaran xelasbûna edaletê dide nîşandan û wiha bilêv kir: “Divê ev rastî bê dîtin. Tenê ji bo çarekê girtîgeh vale kirin, vê rastiyê çareser nake. Lê ger hîna jî mirov bi awayekê bêmaf tên darizandin û girtin wê demê di demek herî kin dê hûnê dîsan wan girtîgehan tije bikin. Mijara efoyê pir hesase. Bêguman di civakê de bendewariyek heye. Di vê mijarê de em dixwazin hemû partiyên siyasî beşdarî van nîqaşan bibin. Lê ne raste ku mirov vê bike amûrê siyasete. Bi deh hezaran mirov ji ber parvekirinên medya civakî, beşdarî meş û xwepêşandanan bûne, bê bela û sebeb di girtîgehan de tên girtin. Ger hemû partî di vî warî de cîdî bin, bi nirxe û em wan dawetî reformek çareseriyek mezin a di darazê de dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkek evqas kûr, pêwîstî bi reformek darazê û edaletê heye.”   Bîlgen, da zanîn ku partiya wan dê di rojên pêş de li ser vê mijarê dinava xwe de nîqaş bikin.   ‘GELO KOMÊN BIÇEK ÊN LI IDLÎBÊ DÊ BIÇIN KU?’   Bîlgen, bal kişand ser pêşketin li Idlîbê jî û wiha rêz kir: “Aştiya ji bo Idlibê, bêguman mijarek bi hêviye. Îro serê sibê Erdogan di daxuyania dabû Reutersê de, gotibû ‘Komên bi çek wê derê terk dikin.’ Lê niha divê hemû kes du pirsan pirs biki; Gelo ev komên biçek dê herin ku derê û dê çawan herin? Gelo ev kom dê çekên xwe danin û biçin, an jî dê çekên xwe bi ser hin kom din re bi kar bînin? Herêma biçinê gelo kî deriye? Ger dê neçin Çîn, Rûsya û Ewropayê wê demê dê biçin ku derê?”   Bîlgen, di dewama axaftina xwe de wiha domand: “1’ê Cotmehê roja Duşemê Meclîs dê vebe û guhertina rêziknameya hûndirin dê bê rojevê. Pirsgirêka siyaseta Tirkiyeyê, pirsgirêka êdî baweriya civakê bi siyastê nemaye. Berî her tiştî divê ev bê derbaskirin. Divê baweriya siyasetmedaran bi hev were û ji bo başiya welat bawerî derbikeve holê.”