Berhem Salih Barzanî ziyaret kir 2018-09-29 12:31:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo çareserkirina aloziyê bi serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civiya. Barzanî şertê dengdayînê da ber Salîh.    Parlementoya Iraqê roja duşemê (1'ê Cotmehê) ji bo diyarkirina serokkomarê nû ew dê bicive. Li gorî peymaneke di navbera PDK û YNK’ê serokkomarî para YNK’ê û serokatiya herêmê jî para PDK’ê ye. Di vê hilbijartinê de rewş guherî. PDK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê diyar kir. Namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo çareserkirina aloziyê bi serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civiya. Piştî serdanê li ser navê Barzanî daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ew dixwazin li ser namzetekî hevpar li hev bikin lê piştî ku YNK’ê namzetê xwe eşkere kir, rewş guheriye.   BARZANÎ DIYAR KIR KU YNK BERPIRSÊ ALOZIYÊ YE   Di daxuyaniya Barzanî de ev tişt hate gotin, “Rêzdar Dr. Berhem Salih ji bo meseleya serokkomariyê hate serdana me. Serokkomariya Iraqê têkildarî mafê siyasî yê gelê Kurdistanê ye. Heke hemû aliyên Kurdistanî li ser namzetekî hevpar li hev bikirina ew ê baş bûya. YNK’ê namzetê xwe eşkere kir û piştre jî PDK’ê yê xwe eşkere kir. Divê kesê ku zêde dengan bistîne, bibe serokkomar.” Roja Înê ofîsa Berhem Salih jî daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ji bo diyarkirina namzetekî pêdivî bi vî tiştî heye ku divê rewşa siyasî ya Kurdistanê aramtir bibe. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku “Pêdivî bi demê heye. Hin partiyên Kurdan niha naxwazin werin ba hev. Ji ber ku Serokkomarî herêma Kurdistan û gelê Iraqê temsîl dike, divê parlemento biryara dawîn bide.”