Hamzaoglu: Ji bo saetekê bi tenê be jî divê em şaredariyan qezenc bikin 2018-10-09 16:27:05 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu bertek nîşanî operasyona navenda wê Amed a li 9 bajaran li dijî rojnameger û siyasetmedaran pêk hat da û got: “Ji bo saetekê bi tenê be jî, divê me ji 102 şaredariyan zêdetir şaredariyan qezenc bikin.”    Hevbedevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onu Hamzaoglu, bertek nîşanî operasyona navenda wê Amed a li 9 bajaran li dijî rojnameger û siyasetmedaran pêk hat, da û wiha axivî: “Desthilatdarî bi rêbazên cuda yên êrîş û tundiyê, hewl dide tirsê ava bike. Lê van êrîş û zextan  ji ber tersa xwe pêk tînin. Gelê Amedê li gel hemû êrîş û zextan bi hevrene û hewl dide têkoşîna xwe ya demokratîk li hemû qadan belav bike. Hewl didin hemû kesan bitirsînin û bêjin ‘Gelo hûn çima natirsin?’ Lê em vê yekê bibînin. Desthilatdariya vê yekê dike, tirsa herî mezin dijî. Her ku tirsa wan mezin dibe, astan pêkanînên tundî û êrîşên xwe zêdetir dikin.”   JI 102 ŞAREDARIYAN ZÊDETIR…   Hamzaoglu, anî ziman ku li dijî van hemû êrîşan divê hilbijartinên herêmî xurt derbas bibin û wiha bilêv kir: “Bihêlin salekê, mehekê, hefteyekê, Ji bo saetekê bi tenê be jî, divê me ji 102 şaredariyan zêdetir şaredariyan qezenc bikin. Di vî warî de biryardarî û baweriya me mezine. Ev xebatên me dinava gel de berdewam dikin. Armanc jixwe ji ber xwe ve tê.”   ‘DÊ ZÊDETIR BIKIN’   Hamzaoglu, da zanîn ku dê ev operasyonên berdewam bikin û wiha bi dawî kir: “Di rêzê de CHP heye. Dê li dijî hemû mûxalîfan van operasyonan pêk bînin. Ez nizanim ka dê benda hilbijartinê bimînin an na. Dibe ku piştî hilbijartinê pêk were. Lê divê em baş bibînin ku hemû demokrat, aştîxwaz, gelên Tirkiyeyê di hedefê dene. Di vê serdemê de, dê van binpêkirinên xwe zêdetir bikin. Armanc jî, hilbijartina herêmiye.”