Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu 2018-10-28 09:10:22   AMED - Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku hevdîtina wan a ji bi partiyên kurdan re tenê ne ji bo hilbijartinên herêmî ye û got: "Hevdîtin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî girîng in. Heta yekîtiya netewî pêk neyê, dê kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statu."    HDP'ê, piştî di 20'ê Cotmehê de starta xebatên hilbijartina herêmî de, bi vê re stratejiya xwe ya îtifaqê jî diyar kir û di vê çarçoveyê de bi partiyên kurdan re hevdîtin çêkirin. Her wiha ev hevdîtin bûn sedema nîqaşlkirina yekîtiya netewî jî. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, hevdîtinên bi partiyên kurd re hatin çêkirin nirxandin.    'KURD LI HER DERÎ PERÇE BÛNE'    Taşçier, anî ziman ku sed sal berê bêyî îradeya wan kurd hatine perçekirin û di nav xwe de jî perçe bûne. Taşçier, destnîşan kir ku divê êdî kurd bibin yek. Taşçier, dewletên di nav sînorên Rojhilata Navîn de polîtîkayên wan ên der barê kurdan de hene û got: "Ger di 2013'an de kongreya yekîtiya netewî pêk bihatana, dê niha ev şer tunebûna û dê kurd bibûna xwedî statu. Loma kurd li her derî bi awayekî perçekirî dijîn."    'HETA YEKÎTÎ ÇÊNEBE DÊ ŞER HEBE'    Taşçier, destnîşan kir ku ji bo yekîtiyê divê kurd li hemû perçeyan bitêkoşin û got: "Heta yekîtî çênebe, dê kurd tim bên asîmlekirin û tunekirin. Niha yekîtiya netewî bivênevê ye. Bi taybetî jî ger em li Tirkiyeyê vê yekê pêk bînin, dê tesîrê li perçeyên din jî bike. Divê herçar perçe bibin yek. Heta yekîtiya netewî pêk neyê dê kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statu. Heta yekîtiya netewî pêk neyê, dê şer girantir bibe, dê komkujî çêbibin."    ‘BERJEWENDIYÊN PARTIYÊN SIYASÎ HENE'    Taşçier, diyar kir ku astengiya li pêşiya yekîtiya netewî hêzên navnetewî ne û got: "Partiyên siyasî, dixwazin li xaka xwe bibin aktor. Lê belê rewşa perçebûyî ya kurdan û lîstikên hêzên global yekîtiyê asteng dikin. astengiya herî mezin jî, têkiliyên partiyên siyasî ya bi dewletan re ye. Her wiha sedema ku partiyên kurd nayên cem hev jî, berjewendiyên partiyên siyasî ye."    'RLA HERÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ HDP'Ê'    Taşçier, bal kişand ser kêmasiyên di warê yekîtiyê de ya tevgera siyasî ya kurd a li Tirkiyeyê û gt: "Dengên ku HDP'ê didstîne teqabulî nifûsa Kurdistana Başûr dike. Partiya ku siyaseta kurd jî di nav de ye û girseya wê ya herî mezin HDP ye. Ji ber ku hêzdar e, rola herî mezin dikeve ser milê HDP'ê. HDP, ji bo yekîtiya netewî bi awayekî zêde tev digere."    ‘HEVDÎTIN TENÊ NE JI BO HILBIJARTINÊ NE'    Taşçier, der barê hevdîtina HDP'ê ya beriya hilbijartina herêmî bi partiyên kurd re çêkir jî û got: "Di navbera partiyan de kêmasiya diyalogê heye. Divê em pêşî van kêmasiyan ji holê rakin. Xebatên ji bo yekîtiyê tenê ne ji bo hilbijartina herêmî ye, hevdîtinên em çêdikin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî jî pir girîng in. Armanca me ew e ku, ev diyalog tim çêbibin, yekîtiya netewî pêk bê û ger hilbijartin hebe divê li gor vê ber bi hilbijartina ve liv û tevgerek hebe."    'YEKÎTIYA NETEWÎ TENÊ BI PARTIYÊN SIYASÎ NE SÎNORDAR E'    Taşçier, destnîşan kir ku yekîtiya netewî tenê bi hevdîtinên partiyên siyasî ne mimkun e, divê rûspî, rêxistinên civaka sivîl jî tevkariyê lê bikin û gelê kurd jî ji bo yekîtiya netewî hewl bide.