Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin 2018-10-28 10:17:26   QERS - Wekilê Serokê Kma HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen, bal kişand ser siyasetmedarên li Qersê hatin binçavkirin û wiha got: "Sûcê siyasetmedarên hatin binçavkirin ewe ku malbatên ne li hev, li hev anîne. Dixwazin berî hilbijartinê bê tesîr bikin. Lê nikarin bi ser bikevin."      3 roj berê li Qersê Parlamentera HDP'ê ya berê Şafak Ozanli, Hevserokê DBP'ê yê Qersê Cengiz Anli, Hevserokê HDP'ê yê Qersê Ekrem Savci, Hevserokê HDP'ê yê Qersê yê berê Cengiz Topbaşli û Şêwirmendê Wekîlê HDP'ê Ayhan Bilgen Hayati Mehmetoglu hatin binçavkirin. Der barê dosyaya wan de biryara veşartinê anîn. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin dê roja sêşemê sewqî dozgeriyê bikin.    SULHA MALBATÊN NE LI HEV, KIRIN   Wekilê Serokê Kma HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen, bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên li Qersê hatin binçavkirin da û wiha got: "Sûcê siyasetmedarên hatin binçavkirin ewe ku malbatên ne li hev, li hev anîne. Li gelek bajarên Tirkiye li dijî siyasetmedarê kurd, rêveberên HDP û DBP'ê operasyona binçavkirine heye. Ev ne pêkanînek nû ye. Li bajarên ku nikarin bi hilbijartinê di sindoqan de bi ser bikevin, serî li rê û rêbazên bi vî rengî didin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Armanca van binçavkirinan tirs û belavkirina rêxistina me ye. Parêzer tevî hemû hewldanan nikarin agahiyê bistînin. Lê li aliyê din agahî dane hemû çapemeniya herêmî. Sûcdariya li ser wan ferz dike ji ber ku malbatên şer kirine li hev anîne. Berpirsiyariya me ewe ku em li ser vê axê aştiyê pêş bixin. Divê aştiya nava malbatan û civakan ne sûc be. Divê hemu pirsgirêk bi riya diyalogê bên çareserkirin. Bi van operasyonan dixwazin hevalên me bêzar û bê hevî bikin. Ev rewş beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî zêde bûn. Dixwazin li bajarên ku HDP lê bi hêz e, bi van rebazan hêza me bişkînin û ew xwe li vir bi hêz bikin. Hewl didin hişekî xerab li ser HDP'ê ava bikin. Lê dê tu car bi ser nekevin. Çawa ku nikarin di sindoqan de tasfiye bikin, dê bi van rêbazên tirs, perçekirin, reşkirin û binçavkirinê jî nikaribin bi ser bikevin. Dê qet bi ser nekevin."