Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran 2018-10-28 15:51:36   MÊRSÎN - Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, çû serdana cotkarên ji ber bablîsuka rabû zirar dîtin.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Ridvan Turan, çû serdana cotkarên taxa Adanalioglu ya navçeya Akdenîza Mêrsînê yên ji ber bablîsûka berî du rojan rabû zirar dîtin.     Turan, diyar kir ku divê deynên çotkarên li bankayê ji nû de bên dest girtin û got: “Divê dewlet dimildest alîkarî bide cotkaran. Ji ber ku bi awayekê cîdî zirara wan bûye. Cotkar di rewşek bêçaredene û tu alîkarî ji bo wan nehatiye dayîn. Ji ber vê cotkar bi bertekin. Emê vê mijarê bibin Meclîsê û hewl dibin çareser bikin.”