Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e 2018-10-29 13:48:38   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî  Temellî li Cizîrê di civîna gel de axivî û got: "Ev civak li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin.”   Şandeya HDP'ê ya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî dinava de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi gel re hatin gel hev.  Temellî û şandeya pê re, ji aliyê parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr û bi sedan kesî ve hatin pêşwazî kirin. Temellî û Ozturk ê bi welatiyan re sohbetek kurt kirin, dûre derbasî saloan avahiya Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Cizîrê bûn.    Temellî di axaftina xwe ya dest pêkê de Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi bîr anî û wiha got: “Em ê tu carî ji vê rêyê venegerin. Ev rê rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye."   Temellî, bal kişand ser dorpêçiya li ser Cizîrê û wiha bilêv kir: “Wêneyê sala 95'an ê Komara Tirkiyeyê, rewşa heyî ya Cizîrê ye. Li dijî vê rejîma otorîter, emê ji bo afirandina komara demokratîk bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîn in.”   'NAXWAZIN LI SÛRIYEYÊ ÇARESERÎ PÊK WERE'   Temellî, diyar kir ku serketina wan wê ne tenê li vê xakê, her wiha wê aştiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bîne û wiha bilêv kir: "Zîhniyeta ku li dijî me, zilmê li Rojhilata Navîn jî dike. Şerê Sûriyeyê encama vê ye. Me got, çareseriya li Sûriyeyê bi vîna gelên Sûriyeyê dibe. Dema ku me got, 'Efrîn a Efrîniyan e' hinek rabûn em sûcdar kirin. Bila niha biçin li Efrînê binerin. Li wir talan heye, îşkence heye û jin tên firotin. Kî vê dikin, çeteyên OSO vê dikin. Bi piştgiriya OSO Efrîn xistin vî halî ku Efrîn herêma herî aram û aştiyane ya Sûriyeyê bû. Niha qala Îdlibê dikin. Rewşa komên çekdar ne diyar e, dê dest ji çekan berdin an na. Van koman ewqasî sûc kirin, mirov ji cih û warê wan kirin. Ne diyar e bê li van were pirsîn an na. Ya tê kirin bazarî ye. Desthilatdariya li dijî me Sûriye kiriye dojeh. Niha radibin li Stenbolê civîna bilind a çar alî pêk tînin. Berê civîna bilind a sê alî kiribûn. Me got, 'çareserî ji wir dernakeve, ya ji wir derkeve kaos e'. Ji xwe welê bû. Niha Îran ji dora maseyê rabûye, Fransa û Elmanya rûniştin e. Bi nedîtîhatina gelên Sûriyeyê re çareserî peyda nabe. Ya ku hûn ê bibînin neçareserî ye. Lê belê ev desthilatdarî xwe ji neçareseriyê xwedî dike. Lewma derdê xwe li Sûriyeyê ne çareserî ye. Dixwaze rewşa neçareserî demeke dirêj bidome."   'ÇARESERÎ BI GELÊN SÛRIYEYÊ DIBE, RÊYEKE DIN NÎNE'   Temellî, bal kişand ser gefên Erdogan ên li rojhilatê Firatê dixwe û wiha pê de çû: “Hewl didin rojhilatê Firatê jî bixin nava xeleka agir. Halbûkî li wir aştî heye. Gelên Sûriyeyê li rojhilatê Firatê di nava aştiyê de dijîn. Ji bo pêşî li çareseriya li Sûriyeyê bigire, timî rojhilatê Firatê weke hedef nîşan dide. Çareseriya li Sûriyeyê bi gelên Sûriyeyê dibe. Rêyeke din nîne."   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Di dewama axaftina xwe de Temellî girtina hevserokên berê yên HDP'ê, parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiya xwe bi bîr xist û wiha rêz kir: "Hemû niha dîl girtî ne. Ne ku ji ber sûcdar in hatine girtin. Ji ber ku di nava têkoşîna demokrasiyê de cih digirin hatin girtin. Ev hevalên me wê bi têkoşîna me di demek nêz de azad bibin. Em behsa vîna jiyana bi hev re dikin. Yên ku vê vînê ji nedîtî ve tên, ew kes in ku xwe bi şer xwedî dikin. Yên ku pêvajoya çareseriyê xitimandin, ew kes in ku planên têkbirinê amade kirin. Ji ber vê yekê li vî welatî li Îmraliyê tecrîd heye. Lewma Birêz Ocalan hatiye tecrîdkirin. Madem em ji bo demokrasiyê têdikoşin, wê çaxê rakirin tecrîdê erk û berpirsyariya me ye. Ev tecrîd ne tenê tecrîda mutleq a li Îmraliyê ye. Dewamkirina tecrîdê tê wateya zilma li welatê me. Ev civak li vî welatî li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin. Ev welat li demokrasiyê digere. Ji bo afirandina siyaseta demokratîk hevalên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hemû hevalên me berdin."   BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ   Temellî di dawiya axaftina xwe bang li gelên Tirkiyeyê kir ku zîhniyeta qeyûmê ji holê rakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “31'ê Adarê wê bibe destpêka têkçûna vê desthilatdariyê. Lewma em ê komara demokratîk ku hesreta vî welatî ye bi cih bînin. Em li her derê tevî gelê xwe tevdigerin. Em ê li her cihî bi gelê xwe re têkoşînê geş bikin. Em ê li nava taxan, li gundan bigerin. Xwedî kîjan nêrînê dibe bila bibe, dema em li hev bicivin, em ê xurt bin. Em ê rêya aştî û azadiyê vekin. Em ê bi hev re tecrîd û şîdetê biqedînin.”