Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene 2018-10-30 12:58:30   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartinê tên jiyîn de daxwazname ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re şand û xwest ji bo binpêkirinên mafan ên zêde yên li van girtîgehan tên jiyîn de tedbîr bên girtin.    Parlamentera Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartinê tên jiyîn de daxwazname ji Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM'ê re şand. Beştaş ji bo sê girtîgehan daxwazname şand û xwest li dijî binpêkirinên zêde yên li van girtîgehan tedbîr bên girtin.    Beşta di daxwaznameyan de qala binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan kir. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku 2 jinên girtî tevî zarokên xwe yên 4-6 salî di girtîgehê de ne û got ku, “Nêzî 700 zarok li Tirkiyeyê bi vî awayî di girtîgehê de ne.”   Beştaş di daxwaznameyê de diyar kir ku, li girtîgehê bi pergala leşkerî hejmartin tê ferzkirin, lêçûnên wergêriyê li ser girtiyan tê hesibandin, cezayên dîsîplînê tên dayîn, hevdîtin tên astengkirin, mafê tendirustiyê tê qedexekirin û mûayeneya bi kelepçe tê ferzkirin.   Beştaş, bal kişand ser vî tiştî ku her dem li nava qawîşên girtiyan tê saxtîkirin, mahremiyet tê binpêkirin û alavên girtiyan ên taybet tên desteserkirin. Beştaş,di daxwaznameyê de cih da daxwazên girtiyan û diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Bartinê xwestine ku di dema wê de bersiva pirsgirêkên wan ên tendirustiyê were dayîn. Beştaş, di daxwaznameya xwe de xwest ku bila li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bandirmayê jî were sekinandin û lêkolîn lê werin kirin.